Di hevsengiya teşiyê de zêdebûn û yekitî

  • 09:02 13 Hezîran 2025
  • Jineolojî
 
Konfederalîzma Jinan a Cîhanê têkoşîna yekbûyî mezin dike. Şert û mercên afirandina azadiyê ava dike. Ev enerjî û watedarî dişibe risandina teşiyê. Serî li bîra kolektîf a civakan dide û piştgiriyê dide cîhana watedarbûnê.
 
Fîgen Aras
 
Em pergala Konfederalîzma Jinan a Cîhanê dişibînin teşiyê û di vê tabloyê de jin, xweza, jiyan, pîrozî, kes, civak, hevsengî û zêdebûn bixwe bicih dibin. Wek teşiya ku jin bi sebrek mezin dirêsin ji nûve jiyan tê hilberandin.Tevî tevgra jinên Kurd wek sembol tê dîtin, ji taybetiyê yekitî, hevsengî, zêdebûn û hevgirtinê tê.
 
Jin bi ked û sebrek mezin teşiyê dirêsin. Bi enerjiya tevgerê vediguhere yekitiyê. Yekitî bersivê dide hewcedariyên iyanê. Teşî ji darê çêdibe û  hiriyê dike ben. Jin vê bi sebrek mezin pêk tînin. Jina bi sebr û enerjiyek rast teşiyê digerîne, rewşa yekitiyê derdixe pêş me. Jin rewşa enerjiya di têkşoînê de dişibînin gerandina teşiyê.
 
Teşiya ku bi hezaran salan e rê didin ber jiyana civakan, em dikarin bi kurtasî li ser pîroziya wê, bisekinin. Bi mîlyonan salan e civak ji bo xwe ji sermayê ji bandorên din ên derve biparêzin, ji hiriya pez fêdeyê digirin, vê bi teşeiyê dirêsin. Ji vî benî gore, bêrik, kon, gelekên din tên çêkirin. Bi vî awayî girîngiya vê di bîra civakê de bicih bûye. Teşî bi saya bîra civakî bi kevneşopiya gotinî, bi muzîk û hunerê hestên der barê wê de hatine îfadekirin.
 
Teşî bi taybetiya xwe jiyana rojane hêsan dike. Bendê ku ji bo hilberîna cil û bergan, alavên din hatine bikaranîn, bi zêdebûn, girêdayîn û gelek têgehên din jî tê ziman.
 
Ji bo gerandina teşiyê divê mirov serî li zanîna qedîm a xwezayê bidin. Jinên seranserê dîrokê teşiya xwe ristine, têkiliya wan a bi xwezayê re jî di vir de dertê pêşberî me. Jinên zanîna vê afirandine jî pîroz tên dîtin. Li dora jinê di bîra civakî de tê bicihkirin. Ji xwedawendan bigirin heta jinên li ser tezgahên tevnan de watedar e.
 
Di nîqaşên hevdîtina jineolljiyê de dîroka teşiyê û rewşa wê ya sembolîzekirinê dertê pêşberî me.Têkiliya teşiyê ya bi jiyanê re û şibandina wê ya bi têkoşîna jinê re beriya jinên sedsala 21’ê hatiye kifşkirin.
 
Rêwitiya wê ya dîrokê wek astên dîrokî yên jinê ne. Ji ber jiyan hêsan kiriye pîroz hatiye dîtin. Piştî her tişt ket bin tekela sanayiyê veguherî nostaljiyê. Bi lîstikên modernîteya kapîtalîst re bi tunebûnê re hat rû hev. Li dijî pergala serdest a mêr a li dijî afirîneriya jinê dijmin e, jin her tim xwedî li kevneşopiya xwe derketine. Di lêkolîneke Akademiya Jineolojiyê de tê gotin ku navê herêma Cindirêse ya li Efrînê, ji gotina ‘jin dirêse’ tê.
 
Îro bi sanayiyê re teşî di jiyana me de ji hewcedariyê derketiye û lê hîna jî nêrîna li dîroka me ya jinê dewlemend dike.
 
Di kolandinên arkeolojîk ên Çatalhoyuz a Anatolya û Çayonu ya Mezopotamyayê de der barê risandinê de nîşan dan ku risandin 85000 hezar sal berê tê zanîn. Di mîtolojiya Sumeran a Beriya Zayînê salên 4000’î de xwedawend Uttu wek xwedawenda risandinê tê tasvîrkirin. Hirî ji aliyê xwedawend Uttu ve tê risandin û dike kumaş. Tê gotin ku destê xwedawenda Babîlê Îştarê de teşî hebûye û navê ‘Îştar’ bi şibandina navê ‘tezgahên istar’ yên bêrikan balê dikşîne.
 
Di îslamiyetê de jî em rastî vegotinên dîrokî yên navbera ben û jinê de tên. Di pirtûka pîroz a Îslamiyetê ‘Kuranê’ de tê kirin. Tê gotin ku jinên dirêsin sihêrê dikin. Xwedewenda Maya Ixchel di heman demê de xwedawenda zanat, tib û evînê ye. Di mîtolojiya Letonya û Yotvîngîan a Lîtvanyayê de em Lauma dibînin. Lauma jî bi risadinê tê zanîn. Li panteoya Misirê jî ligel Neîth, xwedawend Îsîs  jî wek hîndekara risandinê tê zanîn.
 
Di dema antîk de xwedawend Athena jî karê risandinê fêrî jinan kiriye û ew parastine. Di mîtolojiya ku girîngiya çanda Helen nîşan dide de, tê zanîn ku Helene û Penelope risandinê baş dikin.
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê hefteya pêş tê weşandin.
 
1-Ev nivîs ji hejmara 32’yemîn a mijara dosya ‘konfederalîzma jinê’ ya kovara jineolojiyê hatiye girtin.