Veguherîna teorîk û têgînî ya Tevgera Jinên Kurd (2)

  • 09:04 3 Hezîran 2025
  • Dosya
 
Çima qutbûn?
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Mijara Teoriya Qutbûnê piştî ku ket rojeva jinan nîqaşên berfireh hatin kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo mijarê wiha got: “Çima hinek kes dibêjin evqas qutbûn heye? Bi rastî ev veqetîn qutbûnek ji nejiyanê ye, qutbûna ji xerabiyê ye. Ev qutbûn, qutbûnek ji bêbandoriyê ye, qutbûna ji xeniqandina jiyanê ye.” 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1996'an de di encama serpêhatiya Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan (YAJK) de Teoriya Qutbûnê xist rojevê. Ji wan salan ve tê nîqaşkirin û nirxandin. Abdullah Ocalan qutbûna ji hemû îktîdar, hêz, navend û sîstemê jî di dawiya dawîn de weke “hevberdana bêdawî” pênase kir. Ev mijara ku weke berdewamiya Teoriya Qutbûnê hat îfadekirin. Teoriya Qutbûnê, Artêşa Jinê, têkoşîn û berxwedana jinan di vê serdemê de jinan ber bi Bîrdoziya Rizgariya Jinê ve bir. Di vê wateyê de, tiştek ji yê din serbixwe nabe. Têkoşîna azadiyê ya mirovahiyê her tim alternatîfa xwe afirandiye. 
 
Em ê di vê beşa dosyaya xwe de li ser Teoriya Qutbûnê rawestin û bal bikişînin ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
 
'Beyî qutbûnê yekitî ne pêkan e'
 
Abdullah Ocalan di 26'ê Çileya 1998'an de di analîza xwe de ev tişt anî ziman: "Doza jinê ya ku li ser wê nakokiyên mezin hene, hêmaneke girîng a xebata me ya Rêbertiyê didomîne. Dema em rastî komek keçên ciwan tên, dikarin wateyekê bidin vî karî ku mînakên wê kêm in û anîna hêzê ji bo xwedawendan an jî doza azadiya jinê erkeke mezin e. Bi gelemperî em hewl didin ku jin ji nû ve vejînin, bi rastî jî hûn çiqasî amade ne ku veqetîna ji mêran çêbibe? Her ku veqetîna ji mêran çêdibe, pirsgirêk jî çêdibin û bi awayekî xwezayî ew ê jî çêbibin. Bêyî derbaskirina ya kevin ne mumkin e ku ya nû were afirandin. Bêyî qutbûnê pêkanina yekîtiyê ne pêkan e."
 
Abdullah Ocalan, da zanîn ku jina ku nikaribe xwe ji aliyê hestî, derûnî, bedenî û zayendî veqetîne, ji koletiyê xerabtir e û wiha didomîne: “Jina kole her tim taybetiyên paşverû û nîzamê tîne hawîrdora azadiyê. Prensîbên jiyanê yên hawîrdora azadiyê dixe xeteriyê. Di her şert û mercî de li dijî taybetmendiyên kevneşopî yên paşverû têkoşîneke xurt pêwîst e. Di vî warî de ji bo jinên ku dixwazin azad bibin veqetîn mijarek jiyanî ye. Nirx û mafê jiyana azad tenê bi gotina ‘Êdî besê’ ji her tiştê ku me mehkûmî hestên erzan kiriye û me gemar kiriye, bi dest dikeve. Em ji bîr nekin ku pîskirina jinan a bi hezaran sal e berdewam dike, encax bi şikestineke radîkal û bi pratîkkirina vê qutbûnê bi girêdana jinan bi mêran re tê derbaskirin.
 
Çima qutbûn?
 
Çima hinek kes dibêjin evqas qutbûn heye? Bi rastî ev veqetîn qutbûnek ji nejiyanê ye, qutbûna ji xerabiyê ye. Ev qutbûn, qutbûnek ji bêbandoriyê ye, qutbûna ji xeniqandina jiyanê ye. Dibe ku di wê de tiştek ku taybetmendiya dijmin e tune be. Ji vê rastiyê, ji binketinê, ji westandinê qutbûn e. Mezopotamya çavkaniya jiyanê bû, dergûşa mirovahiyê bû. Ev veqetîn, veqetîna ji mirovahiyê ye ku li vir diqede, veqetînek ku ji bo bidestxistina îmkana jiyanê tê kirin. Ji bo jiyanê bi kêmanî bi qasî heyecana destpêka şaristaniyê qutbûnek e. Ev navberek e ku mirov fersendê bide jiyanek ku ew heq dike.
 
Bighijê vîna xwe ya azad
 
Têkiliya mêr a herî biçûk jî, di forma xwe ya serdest a heyî de, dibe sedema rewşeke  zordar. Tişta ku ewil dike, tinekirina pergala ramana jinê ya bêhempa ye. Ev vîna wî felc dike. Niha ev xeter e. Divê em vê ji holê rakin. Ger em rêzê li îrade û ramana azad bigirin, pêwîstiya me bi kesekî heye ku heta dawiyê bifikire û bigihîje vîna xwe ya azad. Niha ji bo me ev ehlaq e û di heman demê de serhildan e. Ji bo zilamek, dibe ku ew wekî bêexlaqî xuya bike. Dibe ku ev ji mêrekî re bêtehemûl be. Lê ji bo min an jî ji bo saziya Rêbertiyê ya ku ez hewl didim temsîl bikim hem prensîbek jiyanî ye û hem jî xebatek jiyanî ye, ya din heram e.”
 
‘Vîna wê tê şikandin’
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar kir ku di rastiya dîrokî de jin di pergala serdest a mêr de ji rastiya xwe hat dûrxistin û wiha şîrove dike: “Di nava pergala serdest de bi pêvajoyeke biyanîbûnê ya bi hezaran salan ve tê kolekirin, vîna wê tê şikandin, rizandin û koletiya fîzîkî, ruhî û zêhnî dijî. Jin di rewşekê de dijîn ku bi tevahî di bindestiya cîhana mêran de ye, ku hem bi şêwaz û hem jî bi şêwazê li gorî serdestiya xwe teşe digire. Jina ku di rastiyeke wiha de teşe girtiye, dûrî lêpirsîna pergala ku tê de ye, dibe kulmek di çerxa heyî de, ji ber ku nikare xwe ji serbixwebûna ji cîhana xwe û ji bûyîna zemîna paşverûtî û koletiya ku di cîhana mêr de tê jiyîn rizgar bike. Heya ku jin di vê pergalê de xwe ji pozîsyona xwe ya cot dernekeve, nikare xwe bibîne, rastiya xwe analîz bike, aliyên wê yên erênî-neyînî, xurt-qels, xweşik-geş, baş-xirab kifş bike.
 
Nebûna jiyaneke newekhev
 
Di nava pergala heyî de bi rengê xwe nikare xwe birêxistin bike û di şikandina qalibên heyî yên sîstemê de zehmetî dikişîne. Ji ber van sedeman veqetîn karekî girîng e ku divê jin bi vîna xwe û kesayeta xwe bi cih bîne, da ku fêrî zemîna xwe ya ji bo pêşxistina hişmendiya zayendî û hezkirinê bibe û rastiya pergala serdest a heyî ji perspektîfa tevgera jinê biguherîne. Tenê jina ku xwe ji hemû desthilatdarî û destwerdanên pergala serdest rizgar bike dikare bibe damezrîner û afirînera jiyana azad. Heta îradeya azad a jinê dernekeve li ser ti zemînekê jiyanek li ser esasê wekheviyê pêk nayê. Cihê ku qutbûn nebe, tenê tiştek dikare were gotin; Ev jî jiyaneke ku vîna jinê bi tevahî tê şikandin.
 
Projeya jiyana azad
 
Nêzîkatiyek rast nîne ku bûyera qutbûnê di demek kurt de bi cih bike an jî di demek dirêj de belav bike. Bi serxistina îmhaya hezaran salan wê di demeke kin de pêk neyê û hinceta vê nebûna têkoşînê jî wê bi demê re belav bibe. Ji ber vê yekê jî weke diyardeyeke ku divê di çarçoveya sîstemeke ku bi afirandina şert û mercên di çarçoveya jiyan û perspektîfa jin-navendî de berdewamiyê diafirîne de, derdikeve pêş. Veqetîn zemînê diafirîne ku her du zayend rastiya xwe nas bikin. Ev yek jî di zelalkirina kesayetan û pêşxistina hêz û îradeya xwe de xwedî roleke diyarker e. Prensîba ku Tevgera Azadiya Jinê girtiye ev e ku 'jina ku ji zilam û pergala ku wî afirandiye, ti carî nikare ber bi azadiyê ve gavekê biavêje.' Ji ber vê sedemê qutbûn taybetmendiya bûyîna rastiyeke siyasî û civakî jî di nava xwe de hildigire. Armanc û rewa projeya jiyana azad ew e ku li gorî şert û mercên civakî biguncîne û ji hemû xerabî, koletî û paşverûtiya ku ji bo her du zayendan li dijî jiyan, azadî û mirovahiyê ye, dûr bixe.”