
Dayikên Aştiyê: Werin em dayik vê pêvajoyê bimeşînin
- 09:03 3 Hezîran 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
WAN - Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Erdîşê bal kişandin ser têkoşîna aştiyê ya bi salan e dimeşînin wiha bang li dayikên leşker û polîsan kirin : "Divê hûn jî bi me re gavekê bavêjin. Werin em dayik vê pêvajoyê bimeşînin."
Ji bo rawestandina şerê ku bi salan e li Kurdistanê didome gelek çalakî hatin lidarxistin. Di sala 1996’an de bi qasî 15 dayik ji bo bidawîkirina şer û pevçûnan di bin banê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê de hatin cem hev. Têkoşîna Dayikên Aştiyê ku bi 15 kesan dest pê kir niha gihiştiye hezaran. Dayikên Aştiyê ku 29 sal in li her qadê di daxwaza xwe ya "aşitiyê" de israr dikin, li dijî şer bi laçikên xwe yê spî her tim roleke girîng lîstin. Dayikên Aştiyê ku timî li qadan in, beşdarî gelek çalakiyên jî aştiyê bûn.
Dayikên Aştiyê yên ku bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin û bi biryar li berxwe didin, piştî ku di 27'ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve "Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk" hat kirin, fêhm kirin ku barê li ser milê wan ê ji bo aştiyê hîn zêdetir bûye.
Dayîkên Aştiyê ku li navçeya Erdîş ya Wanê komeleyek vekirin, têkildarî pêvajoyê û daxwazên xwe yên aştiyê axivîn.
'Bila êdî xwîn nerije û dayik negirîn'
Di destpêkê de Dayika Aştiyê Saîme Gurbuz axivî, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku wî ji bo aştiyê gav avêtiye. Saîme Gurbuz got, "Em niha dixwazin dewlet gavekê biavêje. Ez weke Dayika Aştiyê bang li dayikên leşker û polîsan dikim, bila bi me re gavê biavêjin. Werin em weke dayik vê pêvajoyê bimeşînin. Em dixwazin aştî û wekhevî pêk were. Êdî xwîn nerije, êdî dayik negirîn. Bi salan e em ji bo vê têdikoşin."
Piştre Berdevka Dayikên Aştiyê ya Erdîşê Mûzeyyen Bûtûn jî axivî û diyar kir ku wan banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hurmet û hezkirineke mezin pêşwazî kirine û got, "Em bi vê bangê kêfxweş in. Ev banga aştiyeke bi rûmet e. Banga rawestina şer û xwînê bû ku divê em dayik îro li ser vê bisekinin. Em jî bibin alîgirên banga birêz Ocalan û bila em hemû bi hev re yek bin Têkoşîn jî peyva ‘aştî’ jî peyveke pir mezin û girîng e. Bila hemû dayik yên leşker û polîsan jî destên me bigirin û em bi hev re aştiyê pêk bînin. Divê ew jî xwe berpirsiyar bibînin."
Di dawiyê de Dayika Aştiyê Saîde Ulugana diyar kir ku ew li dijî şer û zilma ku berdewam dike radiwestin û got, "Me ji bo aştiyê destên xwe dane bin kevir. Divê dayikên leşker û polîsan jî mîna me destên xwe bidin binê kevir û ew jî aştî û wekheviyê bixwazin. Me berdêlên mezin da, dilê me êşiya, bila êdî dilê tu kesî ji me neêşe. Divê ne tabûtan em hev hembêz bikin. Zarokên me şehîd bûne, bila yên ku li dû wan hatine mane bigihên malbatên xwe. Yên ku neçar in ku biçin Ewropayê jî çavên wan li welatê wan e. Bila ew jî vegerin. Em aştiyê dixwazin, ne şer û rijandina xwînê. Em tenê aştiyê dixwazin. Di derbarê pêvajoyê de gavên yekalî hatine avêtin. Em ji ber vê yekê xwemgînin. Bila êdî dewlet jî gavê biavêje."