
‘Armanca qeyûman ne xizmete, xesp û talan e’
- 09:04 30 Gulan 2025
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin got: “Em armanca qeyûman baş diznain. Armanc ne xizmeta ji bo gele, xesp û talan e.”
Dewlet di salên dawî de bi qeyûmên tayînê şaredariyan dike, îradeya hilbijaran jî tune dike. Di 29’ê Çile de qeyûm tayînê şaredariya DEM Partiyê ya Sêrtê hat kirin û hevşaredara wê Sofya Alagaş ji peywirê hat girtin û der barê wê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ doz hat vekirin û 6 sal û 3 meh ceza hat birîn.
Sofya Alagaş der barê binpêkirinên mafan de axivî.
‘Bankaya Îller li me venegeriya’
Sofya Alagaş daxuyakirin ku 4 mehe qeyûm tayînê şaredariyê bûye û got beriya qeyûm gelek projeyên wan yên ku bikin jiyanê hebûne. Sofya Alagaş wiha dirêjî dayê: “Yek ji van projeyan xizmeta veguhetsina bajar bû. Ji ber otobusên heyî pir kevn bûn û têr nedikirin. Bajar mezin dibe û hejmara otobusan kêm bû. Projeya me ya girtina 15 otobusan hebû. Piştî em hatin ser peywirê em li meclîsê geriyan. Bi biryara meclîsê me serlêdana krediyê li Bankaya Îller kir. Lê Bankaya Îller bersiv neda.”
‘Projeya me diket ber astengiya burokrasiyê’
Sofya Alagaş daxuyakirin ku hemû projeyên wan diketin ber astengiya burokrasiyê û wiha domand: “Piştî qeyûm hatin serlêdana me ya krediyê hat erêkirin. 14 otobusên nû anîn bajar. Qeyûm niha bi vê propaganda xwe dike. Me bi mehan ked da, me hewl da. Me serlêdan kir. Hewcedariyek ferz bû. Ji ber polîtîka qeyûman erê nekirin. Lê niha ji bo xwe dikin şov.”
‘Ya tê kirin em êrîşek li hember jinan dibînin’
Sofya Alagaş destnîşan kir ku ji roja qeyûm hatiye mafên ji bo karkeran hatiye dayîn tê xespkirin û wiha bi lêv kir: “Em armanca hatina qeyûman baş diznain. Armanc ne xizmeta ji bo gel e, armanc xesp û talankirine. Beriya qeyûman me bi DÎSK Genel Îş re peyman îmze kir. Me ji bo karkerna gelek maf dan nasîn. Me ji bo 8’ê Adarê, Newroz û 25’ê midjarê ji bo jinan destur û îkramiye da nasîn. Wê 6 mehan carê jî zem bihata kirin. Vê peymanê mafê karkeran dida. Lê qeyûm çawa hat 80 kes ji kar derxistin. Hincet pêşkêş nekirin. Yekane sedema wan ev karker me girtibûn. Peymana me îme kiribû betal kirin û yek nû îmze kirin. Ev êrîşek li hember mafê jinan bû.”
‘Dîsk-Genel Îş bi qeyûman re çûn lihevkirinê’
Sofya Alagaş wiha dawî lê anî: “Hatina Dîsk-Genel Îş a vê peymanê em bi awayekî cidî nerehet kirin. Ji ber Dîsk-Genel Îş bi qeyûman re çû lihevkirinê. Qeyûm ev xwest û Dîsk- Genel Îş jî ev qebûl kir. Bi hev re hevkarî kirin. Îkramiyeyên dihatin dayîn, îkramiyeyê cejnê hatin xistin. Divê sendîka xwe lêpirsîn bike.”