'Wê zarok bibin kirdeya jiyana civakî'

  • 09:03 29 Gulan 2025
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Bi armanca piştgiriya tevlibûna aktîf a civakê ya zarokan û herwiha ji bo ku zarok bibin kirdeya jiyana civakî Meclîsa Zarokan hat vakirin. Bi meclîsê re wê zarok fikr û nêrînên xwe bi awayekî azad îfade bikin.
 
Bi pêşengiya Konseya Bajar a Amedê û Tora Mafê Zarokan a Amedê, li Amedê bi armanca xwegîhandina zarokan a di qada civakî, çandi û cemwerî de û her wiha ji bo bibin kirdeya jiyanê meclîsa Zarokan hat avakirin. Dekleraysona meclîsê di 5’ê Gulana 2025’an de li navenda Kongreyê ya Çand Amedê pêk hat. Bi avakirin ameclîsê re wê zarok di mijaran de bi awayekî azad biryarê bidin.
 
Hevberdevka Tora Mafê Zarokan a Amedê parêzer Berfîn Elçî der barê Meclîsa Zarokan de axivî.
 
‘Wê zarok biryarên xwe bidin’
 
Berfîn Elçî da zanîn ku zarok kirdeya jiyanê ne û  li bajar di biryaran de mafê gotina zarokan tê piştguhkirin û wiha dirêjî dayê: “Heta niha tevlibûna zarokan a biryaran dihat piştgûhkirin. Piştî texrîbata 10 salan a qeyûman konseya bajar bê bandor ma û meclîsa zarokan jî tune bû. Mafê gotinê yê zarokan tune bû. Mafê zarokan ê tevlibûna biryaran hatibû piştgûhkirin. Lê bi vê meclîsê re wê zarok çalaktir bibin. Piştî amadekariyeke mezin ev meclîs hat avkairin. Me ji bo vê meclîsê hewldanek mezin da. Pêvajo bi Tora Mafê Zarokan a Amedê re hat meşandin.”
 
‘Di meclîsê de tenê zarok cih digirin’
 
Berfîn Elçî daxuyakirin ku meclîs tenê ji zarokan ava dibe û wiha dawî lê anî: “Wê tenê zarok meclîsê de cih bigirin û tevlibûna wan pêş bikeve. Zarok wê biryarên xwe bi xwe bidin. Wê bên gel hev û biryarên xwe bidin. Biryarên xwe wê ji konseya bajar re ragihînin û kesên konseya bajar jî wê li gorî biryarên wan tevbigerin.”