Jinên Wanê: Yekane daxwaza me aştî ye

  • 09:02 29 Gulan 2025
  • Rojane
 
Memîhan Hilbîn Zeydan - Rabîa Onver
 
WAN - Pêvajoya ku piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de kir şûnde destpê kir, didome. Lê hîna ji aliyê dewletê ve tu gav nehatiye avêtin. Jinan pêvajo nirxandin û diyar kirin ku divê dewlet êdî li alî aştiyê gavê bavêje.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de peyama banga "Aştî û Civaka Demokratîk" parve kir. PKK'ê li ser bingeha pêkanîna banga Abdullah Ocalan di 5-7'ê Gulanê de kongreya xwe li dar xist û tê de biryara fesihkirinê da. Pêvajo û gavên divê bên avêtin didomin lê hîna ji aliyê dewletê ve gavek şênber nehatiye avêtin.
 
Jinên Wanê der barê pêvajoyê de axivîn.
 
Dîdem Çetîner: Ev ji bo gelan biryarek başe. Ez li alî aştiyê me. Ev pêvajoyek du alî ye. Divê dewlet êdî gavê bavêje. Divê beriya her titşî newekheviya navbera gelan de ji holê bê rakirin. Aştî wê di aboriyê de jî guherînên erênî bike.
 
Naciye Kiliç: Kurd û Tirk xwişk û bira ne. Yekane daxwaza me aştî ye.
 
Gulçîn Demîr: Em aştiyê dixwazin. Divê her kes aram be. Divê girtî bên bedan. Êdî bila jiyanek aram hebe.
 
Gulperî Yilmaz: Divê demildest aştî pêk bê. Aramî bê. Em hemû xwişk û bira û muslimanin. Em jiyanek rehet û bêdeng şer dixwazin. Bila ev zilma li ser Kurdan bi dawî bibe. Em aştiyê dixwazin.
 
Behiye Durmaz: Bila dayik ji zarokên xwe veneqetin. Bila her kes aram be. Hêvîdarim wê aştî bê. Divê dewlet demildest gavê bavêje.