
Ka pêvajo: Bila komîsyon bên avakirin, qanûn bên derxistin
- 09:04 18 Gulan 2025
- Rojane
Gulîstan Gulmuş
DÊRSÎM - Parlametera DEM Partiyê Salîha Aydenîz der barê konferansa li Rojava, 12’emîn kongreya PKK’ê û ji vir şûnde divê çi bê kirin de axivî û got: “Em dixwazin li parlamentoya Tirkiyeyê komîsyonek bê avkairin. Hemû kesên meclîsê bila di komîsyonê de
cih bigirin û li ser maseyê ji pirsgirêkan re çareserî bê dîtin û di vê çarçoveyê de qanûn bên derxistin.”
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya 27’ê Sibatê kir li Tirkiye û Kurditsanê geşedanên siyasî tên jiyîn. PKK’ê piştî bangê di 1’ê Adarê de agirbest îlan kir û di navbera 5-7’ê Gulanê de 12’emîn kongreya xwe pêk anî. Encamnameya kongreyê di 12’ê Gulanê de hat parvekirin. Tevî van geşedanan hîna muxatabê bangê Abdullah Ocalan di bin tecrîdê deye.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz der barê geşedanên tên jiyîn de ji JINNEWS’ê re axivî.
Gava yekem a ji bo yekitiyê…
Salîha Aydenîz balkişand ser ‘Konferansa Helwesta Hevpar û Yekitiya Kurdên Rojava’ ya di 26’ê Nîsnê de pêk hatie û wiha got: “Piştî banga ‘aştî û civaka demokratîk’ ya 27’ê Sibatê me li ser parçeyê Kurdistanê ji bo bang bê fêmkirin xebat dan destpêkirin. Em heyeteke ji bo vê çûn Başur. Me plan kir em biçin Rojava. Di vê plansaziyê de em fêr bûn ku Konferansa Yekitiya Kurd heye. Em ji Başûr çûn konferansê. Ev konferans ji bo yekitiya Kurd gavek girîng bû. Rojava çawa pêşengiya berxwedanêkir, pêşengiya yekitiya Kurd jî kir. Ji bo parastina destkeftiyan yekitiya Kurd divê hebe. Ji ber vê konferans watedar bû.”
‘Divê her kes vê îradeyê nas bike
Salîha Aydenîz daxuyakirin ku di konferansa li Rojava hatiye kirin de, ji bo statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîsyon hat avakirin. Yekitiya Kurdan ji bo dewletên Kurd lê li parçeyan hatiye veqetandin ne xetereye. Piştî vê konferansê gotin ‘çima Kurd biin yek, çima ji nûve hinek tiştan derdixin holê’. Me jî got ev yekitî ji bo pêşketina welatan jî gavek girînge. Ev ji bo Bakur, Rojav, Rojhilat û Başûr derbasdare. Em tevli konferansê bûn. Me saziyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ziyaret kir. Me rêveberiya xweser ziyaret kir. Gelên li wir ligel hev di rêveberiyê de ne. Divê her kes îradeya li Rojava nas bike.”
‘Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd derfetek dîrokiye’
Salîha Aydenîz destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 1993’an heta niha dibêje ‘ez ji bo aştiyek bi rumet li muxatab digerim’ û ev tişt bi lêv kir: “Devlet Bahçelî banga ‘Em vê pirsgirêkê çareser bikin’ kir. Ev pêvajo dîrokriye. Ji ber ev 100 sale bi tasfiye û asîmîleyê tu encamek nehat girtin. Îro li Rojhilata Navîn avabûnek nû heye. Gelê Kurd bi sekn û berxwedana xwe dibin aktorên pêşeng. Ji ber vê bêyî Kurdan li Rojhilata Navîn destpêkek nû ne pêkane. Ji ber vê jî çareseriya pirsgirêka Kurd derfetek dîrokiye.”
‘Êdî hincet tune ye’
Salîha Aydenîz balkişand ser banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan û girîngiya kongreya 12’emîn a PKK’ê û wiha domand: “Piştî bangê PKK’ê daxuyanî da û agirbest îlan kir. Piştre di 5-7’ê Gulanê de kongre pêk anî û biryara feshkirinê da. Ji bo derfetên heyî mayîn de bibin ev biryara dîrokî dan. Bi vê biryarê wê encamên siyasî û civakî derkevin holê. Ji vir şûnde divê Tirkiye ji bo demorkasiyê gav bavêje. Ji ber hincet nemaye. Ji ber şûnde divê dewletê herêmî û hegemonîk ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê zextan bikin. Ev ji bo endamtiya Yekitiya Ewropayê derfete.”
‘Ji pirsgirêkan re çareseriyê bibînin, qanûnan derxin’
Salîha Aydenîz daxuyakirin ku divê demildest li meclîsê komîsyonek bê avakirin û wiha dirêjî dayê: “Heta niha butçeyek mezin ji şer re dihat veqetandin. Bi mîlyonan dolar pere li şer xerc dikirin. Girêdayê vê krîza aborî giran bû. Ji ber vê PKK’ê jî gavek dîrokî avêt. Bi vê re wê di alî siyasî, aborî û civakî de encam bên bidestxistin. Ji ger vê ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê ev derfetek mezine. Divê dewlet gavên şênber bavêje. Divê meclîs ji bo mijarê kom bibin û biryaran bigirin.Em dixwazin li meclîsê komîsyon bê avakirin. Divê hemû partî di komîsyonê de cih bigirin. Bila pirsgirêk bên çareserkirin û vê çarçoveyê de qanûn bên derxistin. Birêz Ocalan di bin tecrîdê de ye. Divê şert û mercên wî bên başkirin. Pêvajo du aliye. Yek alî nameşe. Ji ber vê divê şert û mercên her dua liyan wek hev be. Di vî alî de divê her kes berpirsyariya xwe bizanibe.”