
Bi tezên Abdullah Ocalan re veguhertina dîrokî (1)
- 09:08 15 Gulan 2025
- Dosya
Ji PKK’ê heta Civaka Demokratîk
NAVENDA NÛÇEYAN - Têkoşîna nêzî 50 salî ya PKK’ê bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" kete qonaxeke nû. Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de bi rexnekirina a li ser netew-dewletê û analîzkirina modernîteya kapîtalîst, rol û mîsyona PKK’ê ya dîrokî tîne ziman.
Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê, PKK’ê di navbera 5-7’ê Gulanê de li du qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê 12’yemîn Kongreya xwe ya Awarte lidar xist. Dû re jî encamnameya xwe parvekir. Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Kongreya PKK’ê ya 12’yemîn a Awarte nirxand ku têkoşîna PKK’ê siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê me parçe kiriye, pirsgirêka Kurd bi riya siyaseta demokratîk aniye noqteya çareseriyê, ji vê hêlê ve PKK mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye. Li ser vî bingehî Kongreya PKK’ê ya 12’yemîn, ji bo pêvajoya pratîkbûnê ji aliyê Rêber APO ve bê meşandin û birêvebirin biryarên fesihkirina avahiya rêxistinî ya PKK’ê û bidawîkirina rêbaza têkoşîna çekdarî girtiye û xebatên li ser navê PKK’ê daye meşandin bi dawî kiriye.”
Têkoşîna nêzî 50 salî ya PKK’ê, bi banga Abdullah Ocalan kete qonaxeke nû. Me di dosyaya xwe de bal kişand ser nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê avakirina PKK'ê. Me ji Manifestoya Şaristaniya Demokratîk ji pirtûka 5’emîn de beşa avakirina PKK’ê girt dest.
‘Mijara romanekê’
Rêberê Gelê Kurd Abudllah Ocalan, di tevgera PKK’ê û Şerê Şoreşgerî dema dinirxîne wiha dibêjê: “Têgîna ‘Kurdistana Mêtingeh’ dil û mijiyê min hejandibû û paşê ji xwe çûbûm. Ev bûyera pêşî û dawî bû. Bi rastî, ev bûyer ji bo min ecêb û seyr bû, lê bûyerên piştre qewimîn îspat kirin ka çima têgînek evqasî bi tesîr dibe. Lê hê jî ji bo min zor e ku ez wê tesîra destpêkê rave bikim. Di demekê de ku fermana kuştinê ya Kurdîtî û Kurdistanê hatiye dayîn û ev bi awayekî herî dijwar bi cih tê anîn, li Enqerê ji bo vejîna têgînî biryardan hem jî bi tena serê xwe, bi qasî bibe mijara romanekê analîzeke ciddî jê re divê.”
‘Şehadeta wan a ji bo heqîqetê’
Abdullah Ocalan, diyar dike ku hem di nava atmosfera tevgerên ciwananên şoreşger ên Kurdan de û hem jî di nava yên Tirkan de bû ye û wiha bi lêv dike: “Eşkere ye ku tesîra van tevgeran li min bûye. Di salên DDKO û Dev-Gençê de sempatîzaniya van pêkhatinan wisa bûyereke kêmtesîr nîne. Min navên rêxistinên THKP-C, THKO, TKP/ML-TIKKO bihîstibû û min şehadeta bi egîdî ya pêşengên wan dîtibû. Lîderê THKP-C’ê Mahîr Çayan pêşî bi Huseyîn Cevahîr re li Maltepeyê li ber xwe da, paşê reva wî ji girtîgehê û tevî neh hevriyên xwe li Kizildereyê şehadeta wan gelekî bandor li min kir. Ewqasî bandor li min kiribû, min ji çalakiya pêşî ya boykotkirinê ya protestokirina vê komkujiyê re pêşengî kir. Dema ku lîderê THKO’yê Denîz Gezmîş û du hevriyên wî birin bi dar ve bikin, min ew dîtin. Dîsa di heman wextî de şehadeta lîderê TIKKO’yê Îbrahîm Kaypakkaya li zindana Amedê yê ku li dijî êşkencê li ber xwe da bi tesîr bû. Min dît ka hersê lîderan çawa di berdêla giyana xwe de rastiya gel û neteweya Kurd anîn ziman. Tevî ku bi rêzeke hêmanên di dereceya duyemîn de ev lîder ji nava ciwanan derketibûn jî şehadeta wan a ji bo heqîqetê, sedema bingehîn bû ku kir ez biwêrim bi ser rastiya xwe de bimeşim.”
‘Ma ji vê mezintir hedef hebû?’
Abdullah Ocalan wiha bal dikişîne ser zehmetiya avakirina komekê: “Li Tirkiyeya salên 1970 û 1980’î bi têgîneke siyasî ya ji du gotinan pêkhatî meş û jiyan gelekî girîng e. Ne sal, roj mîna gulleyan giran derbas dibûn. Hedefa pêkhatina wê dihat payîn ji xeyalê jî bêhtir şîlo û girravî bû. Hemin min zanîbû ku pêkanîna komekê jî karekî gelekî mezin e. Ne zehmet bû ku mirov texmîn bike, lîstika me ya komê ku me dilîst wê li ber çavên polîsekî îstîxbaratê yê herî jêhatî ciddî neyê girtin û henekê xwe pê bike. Çawa ku di tecrûbeya min a pêşî ya civakî de (tecrûbeya em dikarin bibin Kurd) ku min ragihandibû, gundiyekî gotibû 'Tu ji dareke hişkbûyî re dipeyivî, tu yê dareke hişkbûyî çawa hêşîn bikî?'
Diyar bû bi vê gotinê, ez bi bêbaweriyê pêşwazî dikirim. Jixwe gelek komên hemsalên me hebûn, xwe nedigirtin û em weke ‘çeteya xwedê ji wan stendî’ bi nav dikirin. Tew UKOCU û APOCÎ jixwe bûbûn navên me yên pêşî. Ji ber ku nav li me dihatin kirin em pê kêfxweş û serbilind dibûn. Çawa ku nav li zarokekî tê kirin. Lê me bi xwe ev nav li xwe nekiribûn. Bi tenê dema em kom bûn me karîbû em ji xwe re bibêjin Şoreşgerên Kurdistanê.
Piştî komê bi pênc salan me diwêrîbû navê rastî li xwe bikin. Rêwîtiya gelekî bi heyecan û mîna ya dînan li Enqerê di Newroza sala 1973’yan de li keviyên Bendava Çûbûkê dest pê kir di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê Amedê bi navê PKK’ê bi encam bû û bi vî awayî me xwe weke kesên namûsa xwe rizgarkirî dihesiband. Ma ji vê mezintir hedef hebû? Ma ne rêxistina modern a çîna modern hatibû avakirin.”
Şîrovekirina rastiyê
Abdullah Ocalan wiha bal dikişîne ser ilankirina PKK’ê: “Îro dema ku em vedigerin li rabihuriyê dinêrin, em bêhtir dikarin atmosfera bîrbirinê û şertên em birin îlana PKK’ê bi awayekî rastî şîrove bikin. Berî ku em şîroveya xwe ya di vî warî de bikin, ez dixwazim şêweyê fikrê yê xwe disipêre cihêkirina obje-sûbje hinekî din hûrûkûr binirxînim û wê ev yek mijara me jî bêhtir zelal bike. Me berê anîbû ziman ku ev şêweyê fikrê di mezinbûna hegemonya kapîtalîst a Ewrûpaya Rojava de bi roleke bingehîn rabûye. Sîstema şaristaniyê xwe bi sêberiya bajar-çîn-dewletê îfade dike û xwe disipêre têgîna xweda-evd a ji hev cihêkirî ku pê dabeşkirina bi kok a civakê rewa dike û bi şîroveya herî zelal a cihêkirina obje-sûbje ya şaristaniya Ewrûpayê gihiştiye asta xwe ya herî mezin. Têgîna obje-sûbje têgîna bingehîn a sîstema şaristaniyê ye. Ev cihêkirin derfet û îmkan dide modernîteya kapîtalîst û bi wê gihişt şîroveya xwe ya herî pêşketî.
Ti tevgera fikrê û mirov ji formên maddî yên di navê de serbixwe nikare pêk bê. Ya girîng ew e, ka fikir kîjan formên maddî nîşan dide. Dema ku mijar dibe rastiya civakî, hingê formên maddî bi xwe jî ew rewşa formên fikrê yên ava kirî û bi sazî kirî ne. Ziman jî di navê de, divê mirov formên civakî weke xwezayên nerm yên rêjeyên wan ên fikir û zêhniyetê pirr, binirxîne. Xwezayên nerm bi timûtim veguherîna enerjiyê û form bidestxistina wê, pêk tên.”
Şerên mêtingerî û serweriya çînî
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rewşa cîhanê ya wê demê wiha şîrove dike: “Hînê bi awayekî teze di bîra me de ye, me ji bîr nekiriye, antî-şoreşa salên 1970’î li dijî şoreşa çandê ya antî-modernîst ku derket asta herî jor, pêk hat. Di salên 1970’î de kapîtala fînansê gav avêt serdema xwe ya serweriyê û mirov nikare vê yekê bi maskeya bêguneh a veguherîna ekonomîk ku da ber rûyê xwe, rave bike.
Serweriya kapîtala fînansê li ser du Şerên Cîhanê, li ser şerên herî xwînrij ên dîrokê yên sedsala 20'an, ji van jî wêdetir li ser mîrateya şerên mêtingerî û serweriya çînî ya pêncsed salên dawiyê û li ser desthilatdariya dewleta netewe ya ji serî heta binî tê maneya şer, mezin bûye. Xwe disipêre nîzamekê an sîstemekê ku bi tenê kara herî zêde dibîne, ekonomiyê ji ekonomîbûnê derdixe, ji aliyekî ve bi dîn û harî hilberînê sor dike, ji aliyê din ve jî artêşên birçîtî û bêkartiyê mîna çiyan mezin dike. Xwe disipêre şerekî ku bi hegemonya medyayê zêhn û exlaqê mirov bîstûçar saetan bombebaran dike, zêhniyet û bêexlaqiyeke dijber ferz dike; li ser navê mirovatiyê di van pêncsed salên dawiyê de her çi mîrate mabe, dewr hatibe girtin û her çi bi şoreşan (nexasim Şoreşên Mezin ên Franse û Rûsyayê) hatibe bidestxistin li dijî hemûyan şer dike. Em dizanin ku dema navbera salên 1970’yî-1990’î neo-konformîzma Ronald Reagen, Margaret Thatcher û Mîxaîl Gorbaçov a tesfiyekirina şoreşên mezin ên dused salên dawî yên Franse û Rûsyayê îfade dikin. Kapîtala fînansê di dema neo-konformîzmê de dibe hêza hegemonîk û ev xweber nîne.”
Bandora şoreş û antî şoreşê
Abdullah Ocalan da zanîn ku, Tirkiyeya salên 1970’î ew Tirkiye bû ku hêdî hêdî diket bin bandora şoreş û antî-şoreşa li nava dinyayê pêk dihat û wiha destnîşan kir: “Jixwe di encama Şoreşa Ciwanan 1968’an û antî-şoreşên eskerî û ekonomîk ên 1980’î de (Biryarên Ekonomîk ên 24 Çileyê û operasyonên eskerî yên 12’yê Îlonê) herçiqasî li dora xwe dîwarên stûr lê kirin jî dîsa nikarîbû nekeve nava vê dinyayê. Pêxîrtengiya sîstema kapîtalîst a li nava dinyayê, li Tirkiyê jî xwe weke pêxîrtengiya faşîzma Tirkê Spî nîşan da. Pêxîrtengiya modernîteya kapîtalîst pêxîrtengiya dewleta netewe ya Tirk bû.
Gelê xwe evqasî xistibe kontrolê
Darbeyên eskerî yên 12’yê Adara 1971’ê û 12’yê Îlona 1980’î nîşan didin ku tevgerên şoreşger ên ku hêmanên faşîst ên sivîl nikaribûn wan bitepisînin bi tenê bi darbeyan dikarin werin rawestandin. Ev kelha muhkem a sîstemê timûtim bi tevgerên faşîst ên sivîl ên antî-şoreşê û bi palpiştiya darbeyên eskerî diparêzin. Sîstema komploker a Tirkê Spî ku ji 1925’an ve di serî de nasnameya Kurd li dijî tevahiya liv û lebatên demokratîk û hebûnên çandî di nava şer de ye û her ku dihat teşhîrkirin û rûyê wê yê rastî derdiket holê, dîn û har dibû. Hêzên herî operasyonel ên Gladîo’ya NATO’yê hêzên wê bûn. Bi tevahî avahiyên siyasî xistibûn nava lepê xwe. Eger beşek hinekî ji kontrolê derketa bi komên faşîst ên sivîl ditepisandin yan jî wan hêzan têrê nekirana bi tevahî hêzên artêşê dixistin nava tevgerê. Ji ber ku weke sîstemeke Proto Siyonîst rola xwe pêk dianî, ji aliyê hêzên hegemonîk ên global ve dihat destekkirin. Mînakeke din wisa nîne ku gelê xwe evqasî xistibe kontrolê. Ango pêxîrtengbûna modernîteya Tirkê Spî ji nêz ve sîstema global eleqedar dikir.
Darbeya 12’yê Îlonê
Bi darbeya eskerî ya faşîst a 12’yê Îlonê hewl dan ji pêxîrtengiyê rizgar bibin. Ji bo derketina ji vê pêxîrtengiyê polîtîkayên wan ên bingehîn di qada ekonomiyê de vekirina deriyên xwe li derve û pevkelîna bi sîstema global a fînansê re bû, di qada îdeolojîk de jî tevî milletperestiyê laîk berê xwe dan milletperestiya Tirk-Îslamê û bi dewleta netewe ya laîk palpiştiya dewleta netewe ya Tirk-Îslamê kirin. Darbeya 12’yê Îlonê çalakiya herî berfireh a Gladîo’ya NATO’yê bû. Erk û wezîfeya wê ew bû ku tevahiya çalakiyên şoreşger demokratîk ên gelên Rojhilata Navîn bi awayekî mayînde bitepisîne. Heta roja me ya îro hewl dide ku vê rola xwe bi tevahiya komên faşîst ên sivîl û hêmanên nîv-mîlîter ên sîstemê bimeşîne. Bi tevahî partiyên siyasî çi desthilatdarî dibe çi jî muxalefet dibe, hemû mîna diranê heman çerxê bi rola herî girîng radibin.
Şoreşa 1968’an
Pêxîrtengiya sîstemê ya di qada çanda maddî de xwe di qada îdeolojîk de jî nîşan da. Jixwe ya diviyabû bibe jî ev bû. Şoreşa 1968’an bi awayekî bingehîn weke şoreşa îdeolojîk di qada çanda manewî de teqiya. Li ber çanda modern, li ber tevahiya şaxên wê yên lîberal, rastgir û çepgir radibû. Di vê çarçoveyê de şoreşeke girîng bû. Bi kêmanî bi qasî Şoreşên Polîtîk ên Franse û Rûsyayê şoreşeke îdeolojîk bû. Hegemonya îdeolojîk a modernîteyê ji dema ku hatibû avakirin û vir ve cara pêşî şikest xwaribû. Ji sedan salan ve li ser navê homojenkirina civakê gelek hêmanên civakî yên çandî, cinsî, dînî û xwecihî hatibûn girtin, asîmîlekirin û heta qira wan hatibû anîn ji bo şerên nasnameyê rabûn.
Şoreşa îdeolojîk
Ji vê serîrakirinê re ciwanan pêşengî kir û ev jî bi serê xwe manedar bû. Ji ber ku ciwan beşê civakê yê modernîteyê herî kêm bandor lêkirî bû. Şoreşa îdeolojîk bi tenê li dijî lîberalîzma kapîtalîst nedihat meşandin, bi qasî dewleta netewe ya lîberal bi dewleta netewe ya sosyalîzma pêkhatî re jî têkiliyên xwe birrîbûn. Li beramberî îndustriyalîzmê dijberiya îdeolojîk cara pêşî bû ku bi vegotinên bi hêz ên teorîk xwe îfade dikir. Femînîzmê bi kêmanî bi qasî teoriyên çînî xwe gihandibû argumanên girîng ên teorîk. Nasnameyên çandî yên ji rêûresmê îspat kiribûn ku bi qasî nasnameyên modern hêja ne, û dest ji wan nabe.
Hatibû fêhmkirin ku teoriya neteweperestiya modern rewakirina etnîsîteya serdest e û ne tiştekî din e. Derketibû holê ku ji îdeolojiyên wê demê ya herî populer û muteber fikra rizgariya neteweyî ya modern û pratîka wê bi qasî tê gotin ne antî-kapîtalîst û rizgarîxwaz e. Dîsa mirovan gelekî guftûgo dikir ku sosyalîzma pêkhatî ji modernîteya kapîtalîst nabihure, berevajî sîstemê bi hêz dike. Demokratbûna sosyal demokrasiyê ji zû ve kiribûn pelê mêwê yê ku eybên kapîtalîzmê vedişêre, dinixumîne.”
Îfadekirina rastiya civakê
Pêxîrtengiya îdeolojîk a sîstemê li Tirkiyê yek ji holanên xwe yên bi hêz veda. Pêxîrtengiya avabûna faşîzma Tirkê Spî di qada îdeolojîk de xwe nîşan dabû, bi derbên îdeolojîk ên şoreşger ketibû pêvajoya teşhîr û tecrîdê. Cîla modernîst a milletperestiya laîk negirtibû. Bi qasî îdeolojiya dînê ji rêûresmê îdeolojiyên modern ên şoreşger jî bi hêz holan didan. Tevgerên şoreşger ên salên 1970’î bi awayekî bingehîn tevgerên îdeolojîk bûn. Xislet û karekterên wan ên polîtîk nehatibûn bipêşxistin. Ji ber ku sîstem teşhîr dikirin, girîng bûn. Rastiyên civakî cara pêşî bû ku dihatin îfadekirin. Rastiyên ku yeqîn dikirin ji zû ve hatine veşartin û xistine qebrê, bi têkoşîna îdeolojîk yek bi yek vedijiyan. Li pey îdeolojiyên Îslamî îdeolojiyên sosyalîst hatin. Li pey herduyan jî formên îdeolojîk ên diyardeya Kurd îfade dikirin hêdî hêdî xwe nîşan dan. Ji vê nerazî bûn, lewma milletperestiya nijadperest rakirin pêdarê, rakirin ser herdu lingan.
Heqîqetên civakî
Tirkiya salên 1970’î di dîroka xwe de bi awayekî rastî li şerên herî mezin ê îdeolojîk şahidî kir. Milletperestiya nijadperest bi awayekî Elmanya Hîtler li pey dewletparêziyeke netewe ya bi hêz diçû, îdeolojiyên Îslamî jî rola xwe ya ji rêûresmê ku bi destê dewleta neteweperest a laîk ve berdabûn ji nû ve dixwestin pê rabin û di nava dewletê de cih bigirin. Îdeolojiyên çepgir di nava pêxîrtengiyeke kûr a têgînan de bûn û bi civakparêziyeke ji civakê şuştî re mijûl dibûn. Civakparêz û dewletparêziya netewe tevlîhev kiribûn. Ezmûnên demokratîk ku diviyabû îdeayên wan ên herî bikok bûna, mixabin bi sînor bûn. Ji çalakiyên gel ên demokratîk zêdetir, di nava çalakiyên teng ên koman de bist bûbûn. Lê dîsa jî hemû bi awayekî giştî bi rola xwe ya ravekirina heqîqetên civakî radibûn.
Heqîqetên bi têkoşîna îdeolojîk a li dijî pêxîrtengiya avahiyên modern (kapîtalîzm, dewleta netewe û îndustriyalîzm) ên li dinya û Tirkiya salên 1970’î derketin holê di pêkhatina PKK’ê de roleke wan a girîng heye.”