Kongreya NADA'yê di roja duyemîn de bi komxebatan dest pê kir

  • 11:33 16 Gulan 2025
  • Rojane
 
SILÊMANÎ -  Yekemîn kongreya NADA'yê di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Di roja duyemîn a kongreyê de, gelek mijar dê werin nîqaşkirin.
 
Kongreya Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ji bo Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) ku li Silêmaniyê tê lidarxistin, di roja duyemîn de berdewam dike. Ji bilî komxebatan, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari jî dê di roja duyemîn a kongreyê de wekî axaftvan amade be.
 
Di rûniştina yekem û duyem a roja duyem a bernameyê de, komxebatên bi sernavên "Zehmetî, astengiyên sereke û derfetên têkoşîna hevpar a jinan çi ne?", "Rola rêxistinên nehikûmî di têkoşîna jinan de", "Girîngiya îtîfaqên jinan li dijî îtîfaqên baviksalar ên dijminê jinan û neoliberalîzmê" û "Hûnandina pergala parastina jinan li dijî pergala desthilatdar a baviksalar" hatin lidarxistin.
 
Pêşniyarên çareseriyê hatin gotûbêjkirin
 
Jinên ku li gorî sernavên komxebatan li koman hatin dabeşkirin, li ser girîngiya tifaqên jinan û her weha şêweyên parastina xwe nîqaş kirin. Jinên ku bi hejmareke mezin di komxebatan de axivîn, girîngiya parastina xwe û pêşniyarên xwe ji bo ka divê jin çawa li dijî şer têkoşînê bikin, rêz kirin.
 
Di rûniştina sêyemîn de, mijarên wekî "Derketina siyasî ya jinan bi vîzyonek hevpar - tora jinan ji bo aştiyê", "Rola NADA di konfederalîzma jinên demokratîk a cîhanê de", "Şoreşa jinan wekî bersiva jinan ji bo dawiya serdema me" û "Pêşengiya jinan di înîsiyatîfa aştî û civaka demokratîk de" dê werin nîqaş kirin.