
'Bi parastina zimanê xwe em bi ser bikevin'
- 09:04 16 Gulan 2025
- Ji Pênûsa Jinan
Her sal bi boneya pîrozkirina 15'ê Gulanê sazî û dezgehên Kurdî bi bernameyên rengîn û cur bi cur vê rojê pêşwazî dikin. Mirovên ku zimanê xwe nizanibin bê guman nikarin hebûna xwe ya civakî û çandî jî biparêzin. Helbet girîngiya rojên sembol bi qîmet û watedar in. Lê ev mijara kûr salê carekê bi pîrozkirina rojekê çareser nabe.
Gulistan Kanîreş
Kovara Hewarê di 15'ê Gulana 1932'yan de, bi pêşengiya Mîr Celadet Elî Bedîrxan ve cara pêşîn, bi tîpên latînî hate weşandin. Ev bû destpêka tîp ango alfabeya latînî ya zimanê Kurdî. Ev ji bo zimanê Kurdî bû werçerxeke dîrokî.
Tê gotin ku hemû ziman gerdûnî ne û ziman amûreke ragihandinê ye. Baş e, wê çaxê miletê Kurd jî parçeyekî herî kevnar ê vê gerdûnê ye. Gelo Kurd ji bo ku di nav vê malbata gerdûnê de bimînin çiqasî li ber xwe dane? Her civak bi zimanê xwe re teşe digire û ev jî dibe derbirîna raman, hest û hebûna wê civakê. Wateya civakbûnê ziman û çanda hevpar e. Amûra herî girîng çanda neteweyan e, ev jî encax dikare bi ziman were pêşkêşkirin û mayînde bimîne. Mirovên ku zimanê xwe nizanibin bê guman nikarin hebûna xwe ya civakî û çandî jî biparêzin. Helbet girîngiya rojên sembol bi qîmet û watedar in. Lê ev mijara kûr salê carekê bi pîrozkirina rojekê çareser nabe.
Mixabin zimanê kurdî ber bi xetereyeke mezin ve diçe. Bi taybet jî zareveyê Kirdkî bi mirinê re rû bi rû ye. Helbet gelek sazî û dildarên zimanê Kurdî kedeke bêhempa didin û 15'ê Gulanê bi awayekî serberzî pêşwazî dikin. Ku em îro behsa zindîbûna zimanê Kurdî dikin, bê guman ev mîrate ji çanda civaka kurdan a çiyayî û homojeniyê tê. Dema ku em rûpelên dîrokê binêrin em dibînin ku civaka Kurd ji ber zilma zaliman tu carî serî netewandiye û xwe spartine quntarên çiyayan. Her wiha ziman, çand û xweseriya xwe parastine. Bi hezaran salan jenosît, komkujî, kuştinê re rû bi rû mane lê tu carî rê nedane dagirkeran ku ziman û çanda wan tune bikin. Ji bo ku vê sosyolojiya kevnar û berxwedêr ji holê rakin serî li hemû dek û dolaban dane lê hêza wan tu carî têra serkeftina bişaftina miletê Kurd nekiriye.
Li bakurê Kurdistanê gava yekem bi birina mêrên Kurd a leşkeriyê re zimanê tirkî xistine nava civaka Kurdistanê. Bi vê ve ser neketin. Gava duyem dayikên Kurd bi darê zorê birin dibistanên êvaran, yanî elî oxûlî, bi vê jî ser neketin. Welhasilî ev civaka xwedî esil bi salên dûr û dirêj li hemberî hemû hewldanên dagirkeran li ber xwe da, bedelên herî giran da lê zimanê xwe berneda ber merhemeta dagirkeran û li zimanê xwe xwedî derket, polîtîkaya wan pûç kir.
Ku em rewşa Kurdan a 50 salên dawî binirxînin, rast e kedeke bêhempa û bedelên herî giran hatine dayîn û hê jî tê dayîn. Di qada cîhana navneteweyî de li gorî rastiya serdemê siyaseteke Kurdan a baş tê meşandin lê ev bes e? Baş e, madem siyaset ji bo hebûn û nasnama civakê tê dayîn, gelo çima pêşeng û siyasetmedarên civakê nikarin bi zimanê vê civakê biaxivin? Yan jî di vê ferqê de nîn in ku ziman nasname û hebûna neteweyî bixwe ye? Ku pêşengên civakê bi vê hesasiyetê tev negerin û ji xwe re nekin xemeke mezin wê ev zimanê dewlemend û xwedî pir zaraveyan bi mirinê re rû bi rû bimîne. Rast e li gorî demên borî di qada civakê de, nivîskarî zêde bûye. Bi hewldan û helwesteke zêde xwedîderketin heye lê ev nabe bersiva bişavtina civaka Kurd. Rast e nivîsandina berhemên bi Kurdî zêde bûye lê xwînêrên kurdî nîn in. Hîngê niviskarên vî zimanî ji kê re dinivisînin?
Ez di vê baweriyê de me ku ev mijara girîng bi nivîskarî û ferdên civakê nayê çareserkirin. Divê her kes di vê rastî û zanebûnê de be, hetanî siyasetmedar û pêşengên vê civakê bi zimanê kurdî neaxivin, bi zimanê Kurdî siyasetê nekin, zimanê Kurdî nekin zimanê sereke û jiyana rojane bişavtin wê roj bi roj zêde bibe û ziman ber bi mirinê ve biçe.
Kesên ku nikarin bi zimanê Kurdî ji civakê re pêşengiyê bikin, ji kerema xwe re herin mala xwe de rûnin.
Divê ji îro pê ve her ferdekî Kurdistanê bi vê helwest û bi vê hişmendiyê ji berpirsan hesabê bipirse da ku em bikaribin li hemberî bişavtinê bi ser kevin. Bi parastina zimanê xwe em bi ser bikevin.
Bijî ziman û çanda Kurdistanê.
Pîroz be Cejna Zimanê Kurdî."