Yekemîn kongreya NADA'yê dest pê kir

  • 10:47 15 Gulan 2025
  • Rojane
SILÊMANÎ - NADA yekemîn kongreya xwe li dar dixe. Gelek jin, bi taybetî ji Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, beşdarî kongreyê bûn.
 
Koalîsyona Jinên Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) yekemîn kongreya xwe li otêlekê li Silêmaniyê li dar dixe. Jinên ji Rojhilata Navîn, Kurdistan, Tirkiye, Bakurê Afrîkayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelek welatên din beşdarî kongreyê bûn û jin bi cilên xwe yên neteweyî beşdarî kongreyê bûn.
 
Di kongreya sê rojî de gelek jin wê wekî axaftvan amade bin, Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatimogullari, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar, Tevgera Jinên Azad (TJA) û Jineolojî jî wê gotaran pêşkêş bikin.
 
Roja yekem a bernameyê
 
Di roja yekem a bernameya 3-rojî de, di rûniştina bi sernavê "Şerê Cîhanê yê 3-an şerekî jinankujiyê yê neragihandî ye", dê mijarên jêrîn werin nîqaşkirin: "Qonaxên Şerê Cîhanê yê 3-an li Rojhilata Navîn", "Modela dewleta neteweyî wekî amûrek serdestiya baviksalar li ser jinan û nebûna demokrasiyê", "Laşê jinê ku di bilindbûna Îslama siyasî de wekî amûrek tê bikar anîn", "Sîstema baviksalar bi qanûnê jinankujiyê rewa dike", "Têkoşîna jinan li dijî wêrankirina ekolojîk a sîstema kapîtalîst a cîhanî".
 
Konferans bi axaftinan berdewam dike.