
Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan civîn hat lidarxistin
- 15:18 14 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di civîna ku Kongra Star derbarê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de lidar xist de, hat destnîşankirin ku pêwîst e hemû jinên dinyayê, fikrên Ocalan nas bikin û hat gotin ku di vê mijarê de erka herî girîng, para jinên Kurd e.
Bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kongra Star a kantona Hesekê du civîn li bajarê Hesekê li dar xistin. Civîna yekem li Taxa Giwêran, ya din jî li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê bi amadebûna bi dehan jinên rêxistin, sazî û dezgehên jinan, komîn û meclîsan hat lidarxistin.
‘Rêxistinbûyîn parastin e’
Di civînê de piştî deqeyek rêzgirtin, di civî li taxa Kelasê de endama Rêveberiya Kongra Star Raperîn Nûrheq axivî. Raperîn di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan erka jinan e û wiha got: “Yê ku xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bighîne armancê, jin e. Ji ber ku jin ji kedê hezdike, bi wijdan kar dike û ji bo civakê têdikoşe. Di vê pêvajoya hesas de pêwîste her jinek ku di dinyayê de dijî, fikir û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas bike û xwe li gorî wê birêxistin bike. Bi vê yekê emê bikaribin rêxistinbûyîna xwe berfireh bikin û xwedî lê derkevin. Rêxistinbûyîn tiştekî pir hêja û girîng e. Cîhekî bê rêxistinbûyîn, bê azadî ye û rastî qirkirin û komkujiyan tê.
Îro em dibînin çi li perava Sûriyeyê diqewime û jin rastî çi tê. Îro erka me ye ku em xwe bighînin wan jinan û wan rêxistin bikin da ku em wan biparêzin. Rêxistinbûyîn parastin bi xwe ye. Ramanê Ocalan azadiya jinê esas digre. Ji ber ku di şexsê jinê de civak tê guhertin. Çima dijmin jina pêşeng û zane ku di ramanê rêbertî de xwe kur kiriye, dike hedef? Ji ber ku ji hişyarbûn û rêxistinbûyîna civakê ditirse. Ji bo em bikaribin azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin, pêwîstî bi rêxistinbûyînek berfireh a jinan heye.”
Piştî axaftinê sînevizyon li ser perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser azadiya jinê û girîngiya rêxistinbûyîna jinan a di her qadê de, hat pêşkêşkirin.