
Li Şengalê têkildarî ‘Diyalogên Bi Jiyana Azad re’ semîner
- 11:32 4 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ di çarcoveya kampanya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li hemû Kurdistanê û cihanê tê meşandin de, li Şengalê bi dirûşmeya ‘Diyalogên Bi Jiyana Azad re’ semînerek lidarxist.
Li navenda Şengalê li salona Meclisa Gel a Şengalê, di çarcoveya kampanya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya ‘Diyalogên Bi Jiyana Azad re’ di pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) de semîner hate dayin. Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê hat destpêkirin. Hemû endamên saziyên girêdayî Rêvebiriya Xweser ên Şengalê tevlî semînerê bûn.
Di semînerê da Endama Koordinasyona TAJÊ Neam Bedel û Endama Diplomasiya TAJÊ Suham Şengalî axîvîn.
‘Li hemberî hemû êrişan, emê li berxwe bidin’
Di semînerê da Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Neam Bedel axîvî û balê kişand ser êrişên dawiyên arteşa Iraqê ku li hember şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) pêk hatibûn. Neam Bedel got: “Wekî tê zanîn arteşa Iraqê di 18’ê Adarê de li navenda bajarê Şengalê li hemberî seyareya şervanên YBŞ’ê êriş pêk anî bu, di êrişê de 3 ji wan bîrîndar 5 şervanên YBŞ’ê dîl hatibûn gîrtîn, heta niha ji wan şervanên YBŞ’ê tu agahî nehatiye gîrtin.”
Neam Bedel wiha axaftina xwe domand: “Em wekî civaka Êzîdî ev 11 salin em xwe bi fikrê Rêber Apo perwerde dikin. Lê hem dewleta Tirk hem dewleta Iraq êrişî destkeftiyê me dikin. Lê bedelê wî çî dibe bila bibe emê xwe li ser fikrê Rêber Apo perwerde bikin, xwe rêxistin bikin.”
‘Êrişên dewleta Tirk berdewam dikin’
Endama Dîplomasiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Suham Şengalî li ser kampanya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ku di asta gerdûnî de tê meşandin axivî û wiha got: “Kampanya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ku di asta gerdûnî de tê meşandin her diçe mezin dibe û çalakiyên xurt pêktên. Pîştî van çalakiya ji aliyê Rêbertî ve pêvajoyekî hate destpêkirin. Rêbertî dixwaze pîrsgireka Kurd di zemînek siyasî û huquqî de çareser bike. Lê dewleta Tirk di vê pêvajoyê de ji êrişê xwe yên li ser qadên gerîla berdewam dikin.”