Ji bo kesên di Qirkirina Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dayin çerax hatin vêxistin

  • 14:08 4 Gulan 2025
  • Rojane
 
DÊRSIM- Bi boneya 88’emîn salvegera Qirkirina Dêrsimê ji bo kesên di qirkirinê de jiyana xwe ji dest dayin çerax hatin vêxistin. 
 
Bi boneya 88’emîn sala salvegera Qirkirina Dêrsimê, li Gola Çeto ya li navenda Dêrsimê çerax hatin vêxistin. Rêveberên Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD), Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û gelek welatî tev li bûn. 
 
Çalakî, bi hişyarkirina çeraxan a bi duayan dest pê kir. Piştî duayan jî loqme hatin belavkirin. 
 
Piştre jî ji bo meşa bêdeng ku dê were lidarxistin, girse derbasî Kolana Hunerê bû.