Li Helebce xwendekarên jin pêşangehek wêneyan vekirin

  • 15:01 23 Nîsan 2025
  • Çand û Huner
  
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Helebce ji bo nîşandana kêrhatinên xwendekaran pêşangehek wêneyan ji bo xwendekarên Dibistana Helebce ya Keçan hat vekirin. Berpirsa pêşangehê li ser vekirina pêşangehê got: “Kêrhatinên xwendekarên me di astekî bilind de ye, me xwest bi vê pêşangehê kêrhatinên wan ber bi pêş ve bibin.”
 
Îro li Rêveberiya Rewşenbîrî û Hunerî ya Helebceyê pêşangehek wêneyan ji bo 14 xwendekarên Dibistana Helebce ya Keçan hat vekirin.
 
Di pêşangeha ku 14 xwendekar têde beşdar bûn, 55 tabloyên li ser xweza û serkirdeyên Kurd hatibûn xêzkirin, hatin nîşandan.
 
Mamostaya Hunerê û Berpirsa Pêşangehê Ezher Rehman di derbarê vekirina pêşangehê de ji ajansa ROJNEWS'ê re axivî û got: “Me îro pêşangehek hunerî ya wêneyan taybet ji bo xwendekarên xwe vekir. Em dixwazin bi rêya van pêşangehan kêrhatinên van xwendekaran nîşan bidin. Hezkirina van xwendekaran ji karên hunerî re heye. Her xwendekarek tabloyek bi şêwazek cuda xêz kiriye. Di piraniya tabloyan de bal hatiye kişandina ser ciwaniya xwezayê.”
 
Kalê Îbrahîm jî yek ji wan xwendekarên tevli pêşangehê bûyî ye, Kalê Îbrahîm jî li ser vekirina pêşangehê got: “Tabloyên me yên li nava pêşangehê cuda ne. Zêdetir behsa xweza, lawir û kesayetan dike. Vekirina van pêşangehan ji bo me gelek girîng e. Em bi rêya van pêşangehan dikarin kêrhatin û berhreyên xwe nîşan didin.”