Saziyên jinan û zarokan êrîşên Tirkiyeyê şermezar kirin
- 21:50 28 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Nivîsgeha Parastina Zarokan êriş û komkujiyên ku Tirkiyeyê yên li dijî jinan û zarokan didomîne, şermezar kirin.
Êrîşên Tirkiyeyê û çeteyên girêdayê wê yên li dijî Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê ji nêzî 2 mehan ve didomîn. Tirkiyeyê îro li dijî gundê Um Hermelê yê bajarokê Zirganê de ji heman malbatê di nav de zarokek 3 kes hatin qetilkirin û 9 jî birîndar bûn.
Di êrişeke din a beriya çend saetan a li dijî sûka gel a bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê de, 8 sivîlî jiyana xwe ji dest dan. Nivîsgeha Parastina Zarokan a kantona Tebqayê û Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujî û êrişên domdar ên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê bi daxuyaniyan şermezar kirin.
Di her du daxuyaniyan de komkujiyên li dijî zarokan li Kobanê, Eyn Îsa û gundewarê Til Temirê hatin şermezarkirin. Her wiha bang li rêxistinên têkildarî mafên mirovan, zarok û jinan, hate kirin ku van êrişan rawestînin.