Dewleta Tirk hate protestokirin: Rojava rûmeta me ye

  • 20:40 25 Çile 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran êrîşên dewleta Tirk  û çeteyên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin.
 
Êrîşên dewleta Tirk  û çeteyên girêdayî wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên weke Edene, Enqere û Sêrtê hatin protestokirin.
 
Edene
 
Rêxistina Bajêr a Edeneyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî),  li Parka Înonuyê daxuyaniyek da û çalakiya nobetê li dar xist.  Li gel partiyên siyasî û nûnerên civakê Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kûnt jî beşdarî çalakiyê bûn.  Di çalakiyê de pankartên ‘‘Rojava’’ û ‘‘Em êrîşên li dijî gelê Rojava şermezar dikin’’ hatin vekirin û dirûşmeyên ‘‘Bijî Berxwedana Rojava’’ hate berzkirin.
 
Di çalakiyê de Hevserokê Bajêr ê DEM Partiyê Seyfettîn Aydemîr axivî û Aydemîr li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlên li Bendava Tişrînê nerazîbûnên xwe nîşan da û got: ‘’Ger desthilatdarî di mijara aşitî û pêvajoyê de jidil be divê beriya her tîştî êrîşan bide sekinandin û rêzê li sazî û destkeftiyên gelê Kurd bigire. Em ê têk neçin û li ber xwe bidin.’’
 
‘Tirkiye êrîşî destkeftiyên gele Kurd dike’
 
Parlamentera Rihayê ya DEM Partiyê Dîlan Kûnt jî diyar kir ku Tirkiye li aliyekî li Îmraliyê hevdîtinan pêk tîne û li aliyekî jî êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dike. Kûnt destnîşan kir ku ji bo aşitiya civakî divê dersthilatdarî dev ji polîtîkayên xwe yên înkar û tunekirinê berde û bang li desthilatdariyê kir ku guh bide dengê Rêber Apo yê aşitiyê.  Dîlan Kûnt Ayan di dewama axaftina xwe de da zanîn ku gelê Kurd wê tu caran dev ji têkoşîna azadiyê bernede û dê tim li ber xwe bide.’’
 
Piştî axaftinan çalakî bi nobeda rûniştinê bi dawî bû.
 
Sêrt
 
Saziyên civakî û partiyên siyasî yên li Sêrtê li ser   bi daxuyaniyekê êrîş protesto kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên ‘’Bijî Berxwedana Zindana’’, ‘’Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin’’ û ‘’Em ê Bi Têkoşînê Bi Ser Bikevin’’ hatin berzkirin û pankarta ‘’Eê li dijî şer aşitiyê, li dijî mirinê jiyanê diparêzin’’ hate vekirin.
 
Di çalakiyê de Rêvebera ÎHD’ê ya Şaxa Sêrtê Zozan Akdogan Nas axivî û li hemberî zêdebûna êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûnên xwe nîşan da.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş jî axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Ji aliyên çeteyên ku dewleta Tirk wan xwedî dike, gelê Kurd tê qetilkirin. Li Tişrînê rojnamevan, hunermend, siyasetmedar, zarok û jin tên qetilkirin. Em welatiyên ku hatine qetilkirin bi bîr tînin û kiryaran şermezar dikin. Kesên ku êrîşî Tişrînê dikin, li Bakur welatiyan binçav dikin. Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû dihêlin. Em baş dizanin ku ev tek tên kîjan wateyê. Lê belê têkoşîna vî gelî dê pêşiya wan bigire. Em ê di ronahiya Rojava de aşitiya birûmet pêk bînin.’’
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma ‘’Bijî Berxwedana Rojava’’ bi dawî bû.
 
Enqere
 
Rêxistina Bajêr a DEM Partiyê ya Enqereyê jî li êşiya Birdariya Madenvanan çalakiya nobedê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên ‘’Rojava rûmeta me ye’’ û ‘’Bila êrîşên li ser Sûriyeyê werin sekinandin’’ hatin vekirin. Hevserokê Bajêr ê DEM Partiyê Fatîn Kanat axivî û got: ‘’Ji aliyekî ve xebatên têkildarî aşitiyê têb birêvebirin û ji aliyekî ve jî êrîş pêk tên. Ev yek rê li ber tevliheviyan vedike.’’
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.