Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
- 15:38 14 Çile 2025
- Rojane
WAN - DEM Partiyê li Wanê êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir û peyama “Rojava bi tenê nîne” da.
Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kir. Di kolana avahiya partiyê lê ye çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û pankarta “Aştî û wekhevî mafê gelê Kurd e” hate hilgirtin. Gelek caran dirûşma "Bijî berwedana Rojava" hate berzkirin. Gelek kes tev li çalakiyê bûn.
Hevseroka DEM Partiyê ya Bajar Gulşen Kurt, di çalakiyê de got: “Li Rojava şerekî bi destê hêzên emperyal, DAIŞ û peyrewên wan tê domandin heye. Li dijî vî şerî, divê gelên Rojava û Sûriyeyê bi xwe pêşeroja xwe diyar bikin. Îktîdara AKP-MHP’ê li Sûriyeyê piştgiriyê dide çeteyan. Li Rojava jiyaneke demokratîk hatiye avakirin. Hemû gel li wir wekhev û azad in. Tu mafê hêzên derve nînin wê derê araste bikin. Her mirov xwedî jiyaneke birûmet e. Li rexekî qala aştî û biratiyê dikin, li rexa din şer didomînin. Divê îktîdar êdî di mijara aştiyê de jidilbûna xwe nîşan bide. Li rexekî qala aştiyê dike li rexa din qeyûm tayîn dike. Ev nayê qebûlkirin. Pêdiviya vê xakê bi aştiyê heye. Divê êrişên ser Rojava tavilê bên sekinandin. Gelê Rojava bi tenê nîne.”