Li dijî binçavkirina hevşaredaran çalakî
- 21:35 11 Çile 2025
- Rojane
MÊRDÎN - Binçavkirina hevşaredaran û hewldana desteserkirina Şaredariya Akdenîzê li Mêrdînê hat şermezarkirin.
Binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û hewldana desteserkirina şaredariyê, li Mêrdînê hat şermezarkirin. Polîsan çalakiya ku ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê ve hat lidarxistin li ser derenceyên Parka Karayollariyê asteng kirin. Girse dirûşmeyên “Qeyûm wê biçe, em ê bimînin" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" astengiya polîsan şermezarkirin. Girse piştî demekê bi berzkirina dirûşmeyan ber bi Walîtiya Mêrdînê ve meşiyan. Dema ku girse dest bi meşê kir, polîsan bend danîn noqteyên ketin û derketina parkê. Girse li ber bendên polîsan dirûşme berz kirin. Polîsan li ser platformê ferz kir ku daxuyaniyê li ber avahiya saziyeke din bidin.
Girseyê li ber saziyê daxuyanî neda û tevî barana zêde bi berzkirina dirûşmeya "Berxwedan jiyan e" li ber benda polîsan dest bi çalakiya rûniştinê kir. Parêzer Erkan Yavûz di çalakiyê de axivî û diyar kir ku her çendî biryara "qedexeyê" tunebe jî, polîsên daxuyaniya çapemeniyê asteng kirin şermezar dikin û anî ziman ku ew ê cihê xwe neterikînin.
Berdevka Demê ya Platformê Gulîzar Îpek Bîlek jî diyar kir ku ji bo şermezarkirina nêzîkatiya polîsan ew ê daxuyaniya çapemeniyê nedin û çalakiya xwe ya rûniştinê bidomînin. Gulîzar Îpek anî ziman ku ew qebûl nakin mafên wan ên destûrî bên astengkirin û got ku ew ê nehêlin îradeya gel ji aliyê qeyûman ve bê desteserkirin.