Malbatan piştgirî dan Pexşan Ezîzî

  • 18:23 11 Çile 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN-Dayik û malbatên jinên di  şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de hatin qetilkirin vîdeoyek weşandin û piştgiriya ji bo Pexşan Ezîzî anîn ziman. Malbatan diyar kirin ku darvekirina Pexşan Ezîzî dê bibe rûpeleke reş li ser dîroka desthilatdariyê.
 
Dayik û malbatên jinên di  şoreşa ‘Jin Jiyan Azad’ ya di pêşengtiya Jîna Emînî de hate destpêkirin der barê erêkirina cezayê darvekirinê yê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî vîdyoyek di medyaya dîjîtal de weşandin.
 
Di vîdyoyê de nerazîbûna xwe li hember sepandina cezayê darvekirinê yê li ser Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî nîşan dan û piştgiriya xwe ji bo berxwedan û têkoşîna Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî diyar dikin.