Ji bo girtina cenazeyan bang li rêxistinên hiqûqê hate kirin

  • 15:12 8 Çile 2025
  • Rojane
  
 
AMED - OHD’ê ji bo cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn radestî malbatên wan bên kirin, banga “dengê xwe derxin” li baro û rêxistinên hiqûqê kir. 
 
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê dişopandin, di 19’ê Kanûnê de bi SÎHA’yên dewleta tirk hatin qetilkirin. Malbatên rojnamegeran, ji bo wergirtina cenazeyên zarokên xwe xwestin derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibin û bi vê boneyê di 6’ê Çileyê de hatin Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiya ya Şirnexê. Malbat, ji wê rojê ve li deriyê sînor tên sekinandin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya X’ê daxuyaniyek da. 
 
OHD’ê, diyar kir ku malbat ev 3 roj in bi awayekî derhiqûqî li Deriyê Sînor ê Xabûrê tên sekinandin û wiha got: “Banga me ji bo hemû baroyan, hemû rêxistinên hiqûqê û raya giştî ya demokratîk ew e ku ji bo ev sepana keyfî bi dawî bibe dengê xwe derxînin.”