Abdullah Ocalan: Ha li me dane ha li Sakîneyê!
- 09:05 9 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku piştî qetilkirina yek ji kadroyên damezerîner ya PKK’ê Sakîne Cansiz ku li Parîsê hat qetilkirin, di 23’ê Sibata 2013’an de ji heyeta çû Îmraliyê re nirxandin kir wiha gotibû: “Ha li me dane ha li Sakîneyê. Dixwazin bi vî awayî hevdîtinan sabote bikin.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. Hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bi awayekî sîstematîk tên astengkirin. Rêberê PKK’ê Abdullah Oalan der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de di 3’ê çileyê 2013’an de hevdîtina ewil kir û hefteyek piştî vê hevdîtinên yek kesên pêşeng a Tevgera Azadiya Jinên Kurd û kadroya demzerîner a PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û ji tevgera ciwanan Leyla Şaylmez hatin qetilkirin.
Piştî bûyerê di 23’ê Sibata 2013’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin hat kirin. Abdullah Ocalan der barê komkujiyê de nirxandin kir.
Abdullah Ocalan di hevdîtinê de got we navê pêvajoya aştiyê wek ‘pêvajoya rizgariya demokratîk û jiyana azad’ pênase dike û wiha got vê jî bi tercîhek ji rêzê nake. Abdullah Ocalan wiha got: “Min ji roja ewil ve komara demokratîk parastiye. Wan ji min fêm nekir. Digotin 'Me Apo qedand'. Şaşiyên stratejîk kirin. Li Ergenekonê geriyan. Hêvîdarim vê carê wisa nebe. Ji ber vê yekê divê hûn bi taybetî ji AKP'ê re rave bikin ku ew ê bi min re neyên lîstikan. Bi AKP'yiyan re biaxivin û rave bikin. Hûn li Meclîsê ne, gelek erkên we hene."
Ji sê milan dewleta paralel
Abdullah ocalan daxuyakirin ku li Tirkiyeyê ji sê milan xebata dewleta paralel heye û got: “Dixwazin têkiliyan sabote bikin. Ev gladoyoyek nûye. Sûikasta li hember Papa û Palme û ya li hember Sakîne Cansiz karê heman komê ye. Gladyoya nû tam nayê fêmkirin. Dixwazin her tiştê ji bo çareseriyê sabote bikin. Bûyera Sakîneyê bi min re fikar ava kir. Ne zelale. Sakîneyê li Ewropayê aştî temsîl dikir.Komkujî hîna nehatiye ronîkirin.”
‘Ha li me dane ha li Sakîneyê’
Abdullah Ocalan der barê qetilkirina Sakîne Cansiz de wiha got:” Ha li me ha li Sakîne Cansiz xistine. Bûyerek pir tarî ye. Abdullah Ocalan, bal kişand ser girîngiya xweparastinê ya li hemberî êrîşan û got, “Hûn jî di nava betaliyê de ne. Mîna Sakîne. Bêyî ku xweparastina xwe amade bikin careke din neçin cihekî. Ger carekê li te bixin û tu nikaribî deh li wan bikî, neçe. Ji hikûmetê bawer nekin. Tişta ku hat serê Sakîne dikare were serê me hemûyan jî.”
'Li bendê bû ku ez serhildan bikim'
Abdullah Ocalan di berdewamiyê de wiha got: “Êrîşa li hember Sakîne û êrîşa li ser we jî heman tişt in. Her operasyona li dijî KCK'ê vexwendin û teşwîqeke serhildan û serhildanê ye. BDP û nêzîkatiya min a bi îhtîyat rê li vê yekê girt. Li bendê bû ku ez serhildan bikim. Em serî hildin an na. Destûrdana her endamekî KCK'ê sedema serhildanê ye. Em serhildanê nakin. Deh hezar kes birin. Ev celebek darbeyê ye. Hûn ê herî dawî werin girtin, me tevgerek dijber pêş xist. Koma Meclîsê ya dawî mabû. Derbe şiklê xwe guhert, lê hê jî berdewam dike. Li Bruksel û DYA’yê darbeyeke nû tê plankirin. Li gorî wan nayê ku ez têkiliyên Tirk-Kurd ji nû ve pênase bikim. Ez difikirim ku ev rê dê bixebite. Ji bo min planên wî hene. Dogan Gureş ji Londonê vegeriya û got, 4 hezar gund hatin şewitandin. Karsaz birin.”
‘Ez ê hesab bipirsim’
Abdullah Ocalan di hevdîtinê de daxuyakirin ku jiyana Sakîne Cansiz mînak e û got: “Jiyana Sakîneyê mînak e. Azadbûna jinê têkoşîna Sakîneyê ye. Ez ê hesabê Sakîneyê bipirsim. Ez ê kujeran derxim holê.”