Jinên Dêrsîmê: Divê tu kes li dijî tiştên tên jiyîn bêdeng nemîne
- 09:04 9 Çile 2025
- Rojane
Neslîhan Kardaş
DÊRSÎM-Li Dêrsîmê jinan der barê êrîşên li hember Elewiyên li Sûriyeyê axivîn û diyar kirin ku divê tu kes li dijî êrîşan bêdeng nemîne.
Ji paşerojê heta îro êrîşên li hember Elewiyan didomin. Di dîrokê de komkujiyên Çorum, Mereş, Dêrsîmê pêk hatin û Elewî hatin qetilkirin. Ev êş hîna teze ne û piştî ketina rejîma Baas a li Sûriyeyê, welat ket destê Heyet Tahrîr-El Şamê (HTŞ). Piştî geşedanan ji 27’ê Mijdarê de ye Artîêşa Milî ya Sûriyeyê (SMO) êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kir. Di heman demê de HTŞ û SMO li Şamê ji bilî Ereban, zext û îşkenceyê li civakên din dikin. Bi taybet li Laskiye, Hama, Humus û Tartusê Elewî tên qetilkirin. Li dijî vê çalakî didomin.
Li Dêrsîmê jinan der barê qetilkirina Elewiyan de nirxandin kirin.
‘Mirovahî qedya ye’
Jina bi navê Saniye Îldenîz got Elewî dîsa bi qetilkirinan re rû bi rû ne û got: “Mirovahî qedya ye. Ez nikarim peyvan bibînim ku rewşê vebêjim. Mirov bi tevahî bêhêvî bûne. Mirov ji bîr dike ku ev dinya ji kesî re nayê hiştin. Ew nizanin ku em tenê yek jiyanek heye û em di wê jiyanê de çiqas mirovahî bijîn, em ê bextewartir bibin. Yên ku ji bo axê şer dikin hene. Yên ku ji ber cudakariya nijadî şer dikin hene, yên ku ji bo eşyayên dinyayê şer dikin hene, lê ev dinya ne ji kesî re hatiye hiştin û ne jî dê ji kesî re were hiştin. Dema ku li Sûriyê rejîmeke nû ava bikin, wê bi şer dawî li şer bînin? Yên ku li wir komkujî kirin, divê ku mirov bi tenê bihizirê. Lê ev yek êdî li derveyî me ye. Ji ber ku tu bawerî, hest û bawerî nemaye. Em ê çawa rave bikin ka kîjan ji van? Ji ber vê sedemê ez jî wek her kesî bi bêhêvî li pêşerojê dinêrim. Dema ku mirovahî qediya divê em çi bibêjin? Em ê vê carê herin wan bikujin û bibin wek wan? Divê ne di cewherê mirovatiyê de be kuştina mirovan. Gelek car hene ku ez ji ber van serpêhatiyan xew winda dikim."
‘Em vê zilmê qebûl nakin’
Nadîde Dogmaz jî anî ziman ku bi sedsalane ev zilm didome û wiha vegot: “Tişta li Sûriyê diqewime em qebûl nakin, em li dijî vê ne. Dixwazim vê jî bibêjim: Bi gelemperî RTÛK dikare li ser medyaya dîjîtal parvekirin û axaftinên herî biçûk jî qedexeyan deyne, lê bi qasî 15 rojan rêyên qetilkirina Elewiyan di her warî de tên parvekirin. Kes mudaxeleyî vê yekê nake. Ez bi rastî niyeta li wir dipirsim. Ma ew hewl didin bi vî rengî bitirsînin? Ma em dixwazin ji mirovan re bibêjin 'dê dora we jî be'? Di vê wateyê de hemû Elewî nerehet û bi fikar in. Ji ber vê yekê dema ku em li baweriya Rehaqê dinêrin, weke kesekî ku vê baweriyê dişopîne, em alîgirê kuştina ti zindiyekî ne. Di baweriya xwe de em dibêjin 'Yê ku jiyanê dide Xwedê ye û ew ê jê bistîne'. Em vê qetlîam, zilm û barbariyê bi tu awayî qebûl nakin. Li dijî komkujiyan divê hemû jiyan bibin yek. Ziman, ol û nijad çi dibe bila bibe, divê her kes bibe yek û ji vî şerî re bêje 'raweste'. Şer jixwe tiştekî xerab e û nayê qebûlkirin. Mexdûrên herî mezin ên şer jin û zarok in.”
‘Divê bertek bê nîşandan’
Raziye Oz jî ji mîkrofonên me re axivî û wiha daxuyand: “Ji şer û komkjiyan herî zêde jin bi bandor dibin. Niha di rewşa Sûriyeyê jî heman tişt tê jiyîn.Bêdengiya cîhanê ya li dijî komkujiya me dike fikaran. Em van êrîşan qebûl nakin. Divê her kes breteka xwe nîşan bide.”
Jina bi navê Sirma Tayan jî bang kir ku divê her kes li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bike û got ew mirinan qebûl nakin. Sirma Tayan wiha dawî lê anî: “Tişta ku di şeran de dibe, tê serê sivîlan jî. Em dibînin ku li Sûriyê dîsa komkujî rû didin. Li dijî Elewiyan qetlîamên mirovî hene. Em vê rewşê bi taybetî wekî Elewî şermezar dikin. Divê her kes li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bike. Elewî li wir ne bi tenê ne. Em naxwazin li hemberî jenosîdên ku li her derê cîhanê pêk tên bêhesiyar bimînin. Divê her kes bi rengekî bertek nîşan bide."