DEM Partî: Di doza Narîn Guran de heqîqet hat texrîbkirin

  • 19:01 26 Kanûn 2024
  • Rojane
AMED - DEM Partiyê di navbera runiştina doza Narîn Guran de daxuyaniyek da û da zanîn ku wê şopdarê dozê bin û  wiha hat gotin: “Em vê bêjin, ya me dîtiye heqîqetên dozê hatine texrîbkirin. Delîl bi sîstematîk ji holê hatine rakirin. Kê Narîn qetil kiriye, çima hatiye qetilkirin nehatin bersivandin.”
 
Yekemîn danişîna doza bersûcên kuştina Narîn Guran a li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê hat qetilkirin, li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Piştî navber ji bo dozê ha tdayîn Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê dozê de daxuyaniyek li ber edliyeya Amedê da.
 
Parlamentera DEM Partiyê ya  Mêrdînê Berîtan Guneş li ser navê DEM Partiyê daxuyanî da.
Berîtan Guneş da zanîn ku biryara ji vir derkeve girînge û got piştî cînayeta Narînê şûnde nêzî 200 jin û zarok hatine qetilkirin.
 
‘Heqîqet hat texrîbkirin’
 
Berîtan  Guneş Altun da zanîn ku doza Narîn Guran wek ‘sembol’ tê bi navkirin û got:” Em dikarin vê bêjin ku ya me dîtiye di dozê de heqîqet hatine texrîbkirin. Delîl bi sîstematîk ji holê hatine rakirin. Hîna jî nayê zanîn çi Narînê hat, kê qetil kir û çima hatiye qetilkirin. Em di nokteyek wisa de ne. Ji roja ewil de delîl hatin texrîbkirin. Ji ber vê jî bêewlebûna ji bo jin û zarokan zêde bûye. Gundê ji her derê bi kamerayan tê şopandin, beriya Narîn Guran bê dîtin dikaribûn pêşkêşî dadgehê bihata kirin lê delî hatine veşartin.”
 
Berîtan Guneş Altun di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku wê wek DEM Partî şopdarê bûyerê bin û ji bo avabûna pêşerojeke wekhev û azad têkoşîna xwe bidomînin.