Êşa ku 13 sale kêm nebû: Gumanbaran derxin holê!

  • 09:03 27 Kanûn 2024
  • Rojane
Gulîstan Gulmuş
 
ŞIRNEX - Halîme Encu ya ku kurê xwe Serhat Encu yê 17 salî di komkujiya Roboskê de winda kir, diyar kir ku tevî ku hîna gumanbar nehatine darizandin rayedar ji bo serê bûyerê bigirin tazmînata aborî pêşniyar dikin û got: “Li şûna edaletê bi pereyan hewl didin me bêdeng bikin.”
 
Li navçeya Qilaban a Şirnexê li gundê Roboskê 17 jê zarok 34 kes ji aliyê Hêzên Çekdarî yên Tirkiyeyê (TSK) ve hatin qetilkirin. Di ser komkujiya Roboskê de 13 sal derbas bû. Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan 13 salin li edaletê digerin û daxwaza darizandinek adîlane dikin. 
 
Di ser komkujiyê de 13 sal derbas bû lê li Roboskê her tişt wek xwe ye. Dayika Serhat Encu (17) ku yekji 34 kesên li Roboske hat qetilkirin, Halîme Encu diyar kir ku tevî 13 sal derbas bûye edalet nehatiye. 
 
‘4 balafirên şer bi 34 mirovî de şandin’
 
Halîme Encu daxuyakirin ku birînên wan tu car baş nebûye û tezeye. Halîme Encu wiha got: “Serhat ji bo debara malbata xwe hewl dida. Ji komkujiyê heta niha kezeba me dişewite. Gunehê zarokên meç i bû. Kurê min hîna 17 salî bû. Du xwişk û birayên xwe dida xwendin. Li malbatê mêze dikir. Her roj nediçû. Carnan diçû. Di baranê de, zivistanê de destê wî dibûn cemed.Nikaribû pêlavên xwe derxe ji sermana. Wê Xweda vê çawa qebûl dike. Wijdana wan tuneye. Her cara diçû ji benzîr 300 TL qezenc dikir. 150 Tl ji xwişk û birayên xwe re vediqetand. Debara me dikir. Çeka wan tunebû. Tenê du bîdon benzîn hebû. Birayê wî hina yek endezyar yek jî mamosteye. Çi mafê wan hebû van mirovan qetil bike. 4 balafir bi ser 34 mirovî de şandin. Piranî zarok bû. 15-16 salî bûn. Bi bombeyan bedena wan parçe kir. Ne parçeyên zarokên xwe nedît. Me nas nedikirin. Zarokên me hemû bi benzîn heliyan."
 
‘Hewldan bi tezmînatê serê bûyerê bigirin’
 
Halîme Encu bi lêv kir ku piştî agahiya komkujiye girtine çûne cihê bûyerê û ji cilên ser zarokên xwe nas kirine. Halîme Encu wiha dirêjî dayê: “Piştî bûyerê me doz vekir. Dosya heta Ewropayê çû. Yên ev komkujî kirin nehatin darizandin. Lê dewletê hewl da bi tezmînatê serê bûyerê bigirin. Kurê min hat qetilkirn. Kurekî min ji ber vê bûyerê hat girtin. Êşa me jî hêrsa me jî mezine. Her cara kurê min tê bîra min ez nikarim xwarinê bixwim. Me edalet xwest. Bila edalet ji bo Roboskê bê.  Yekane daxwaza me edalet û darizandina gumanbarane. Bila gumanbar bên darizandin ku kesên dinnemirin. Êdî bes e. Dawî li van komkujiyan bînin. Em aştiyê dixwazin. Tu sûcê zarokên me tunebûn. Bila gumanbar bên dîtin dilê me rehet be.”
 
‘Gumanbaran derxin holê’
 
Halîme Encu di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dewletê hewl daye tazmînatê bide wan û got wan qebûl nekirine û wiha dawÎ lê anî: “Piştî bûyerê hatin gotin ‘em tazmînat û xanî bidin we’.Em ji kesên komkujî pêk anîn tezmînatê nagirin. Hîna tên dibêjin bigirin. Lê em nagirin. Em dixwazin gumanbar bên dîtin. Piştî kurê min ez bi gelek nexweşiyan ketim. Çi sûcê kurê min hebû?”