Aktîvîstên Êzidî piştgirî dan kampanya ji bo Rojava
- 21:07 26 Kanûn 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîstên Êzidî yên Başûrê Kurdistanê, diyar kirin ku tevli kampanyaya alîkariyê ya Rêveberiya Xweser a Şengalê bûn e.
Aktîvîstên Êzidî yên Başûrê Kurdistanê, diyar kirin ku tevli kampanyaya alîkariyê ya Rêveberiya Xweser a Şengalê bûn e. Her wiha diyar kirin xwestine weke koçberên Şengalê û Êzidî yên li Herêma Kurdistanê piştgirî bidin banga Rêveberiya Xweser û alîkariyê kom bikin.
Aktîvîstên Êzidî ku bi peyameke nivîskî, berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê silav kirin dazanîn şoreşa wan ne tenê Rojhilata Navîn, hemû cîhanê ji tarîtiyê rizgarkirine.
Peyama aktîvîtsan wiha ye: “Gele me yê li ber xwe dide niha di nava rewşeke pir tengav û zehmet de dijîn, pêwîstiya wan bi alîkariya me heye. Em weke komek çalakvanên Şengalê ku li Herêma Kurdistanê dijîn, tevlî kampanyaya Rêveberiya Xweser dibin û ji xelkê me yê Êzidî yên li Herêma Kurdistanê dirûnin daxwaz dikin tevlî kampanyayê bibin. Ji ber PDK destûrê nade alîkarî di deriyê Sêmalka re derbasê Rojava bibe, gelê me bi rêya dirav tevlî bibin wê başbe. Gel dikarin xwe bi rêya van herdu telefonan bigihînin me û ew li ku bin emê xwe bigihînin wan û alîkariya wan bigirin.Emê alîkariya dirav a were komkirin bi rêya Heyva Sora Kurdistanê re bigihînin koçberên Efrîn, Til Rifat û Helebê.Em bawer dikin wê hemû gelê me yê li Herêma Kurdistanê ku herî zêde ew zehmetiyên koçberan dizanin û wan fêm dikin, biqasî hêza xwe tevlî kampanyayê bibin. Hemû dikarin di vê zivistana bi sir û seqem de xêrên xwe ji bo mirovên me yên ji cihê xwe koç kirine bibexşin. Yên derfeta wan a hatina gel me nîn be, emê bixwe eyar bikin, bila xwe li ser van telefonan bigihînin me; 07738645425, 07512359954”