Rûniştina Narîn Guran dest pê kir
- 09:49 26 Kanûn 2024
- Hiqûq
AMED - 2'yemîn rûniştina doza Narîn Guran a 8 salî ya li navçeya Rezanê hat kuştin dest pê kir.
Narîn Guran a 8 salî li Taxa Çûlî ya navçeya Rezana Amedê hatibû qetilkirin. 2'yemîn rûniştina doza Narîn Guran a ku bersûc jê tên darizandin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Baroya Amedê, gelek serokên baroyan, parêzer, Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a TBMM'ê, nûnerên saziyên zarok û jinan, saziyên civaka sîvîl û gelek nûnerên partiyên siyasî her wiha gelek parlamenter tevli rûniştinê bûn.
Rûniştinê bi tespîta nasnameyê dest pê kir û wê bi parastinan dewam bike.