Li dijî bênirxkirina jinê qirîn û bertekek a bilind dibe

  • 09:02 27 Kanûn 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
Dema mafê jinan nayên parastin ew jî li şûna pargalê bişewitînin xwe dişewitînin. Evqas tengezar û sînorkirî dimînin serî li vê rê didin û ji bilî vê tiştekî erênî nabînin. Gelek jinên ku xwe dişewitînin haya wan ji enerjiya xwe tune. Ji ber ku berdana agir a laşê xwe, bi xwe nîşaneya vê hêzê ye, lê divê jin vê enerjiyê ne ji bo xwe hilweşîne, ji bo avakirin û afirandinê bi kar bîne. 
 
Dr. Hevin Kemal Şah Mohammed
 
Çend sal berê ez li konferanseke der barê dermanên êşê de bûm. Yek ji mijarên ku hatin nîqaşkirin, kêmkirina êşên piştî emeliyatê bû û mijar ji aliyê profesorekî Fransî ve hat pêşkêşkirin. Di dawiya pêşkêşiyê de, min pirsek li ser kêmkirina êşa di dema xwe şewitandinê de ji profesor kir. Wî ji min pirsî ku ez ji kîjan welatî hatime. 
 
Tenê bi bihîstina pirsa doktorê Fransî re, min fêm kir ku agir berdana xwe li welatên "pêşketî" pir kêm e û berevajî ya me, di wan de ne diyardeyek balkêş e.
 
Lê min bersiva pirsa ji profesor kir negirt. Ji ber ku wek wî got, li welatê wan bûyerên wiha tunebûn û ji ber wê jî li ser bûyerên wiha zêde tespît û lêkolîn nekiribûn. Ev bûyer li welatên wan jî hene, her çend kêm be jî û rewşên ku hene, bûyerên ku berê di encama şewatan de rû dane ne. Xweşewitandin qet ne beşek ji çanda wan e.
 
Xweşewitandin piranî di çandên welatên Rojhilata Navîn de pêk tên û tenê jinên bêdengkirî serî li rê û rêbazên bi vî rengî didin. Ji ber ku jin di pergala siyasî û zayendperest a ku tê de ye nikare bibe xwedî nasnameyeke zelal. Ji ber ku pergala siyasî û civakî ya ku jin di civakên Rojhilat de dijîn, li ser zihniyeta baviksalarî hatiye avakirin û ev sîstem hem di nava malbatê de û hem jî li derveyî malbatê rê li ber tundiya li dijî jinê vedike, sîstemên siyasî û civakî piştgirî didin çanda baviksalarî û vê çandê dikin yek ji stûnên mayîna li ser desthilatdariyê. Di civakên van herêman de dengên jinan ên hatine çewisandin û di dilê wan de tîbûna azadiyê; Ev dibe sedem ku li şûna ku dengê xwe bilind bikin û ji bo ku dengê xwe bidin bihîstin û mafên ku jê hatine girtin, agir berdin bedena xwe.
 
Yên bedena xwe didin ber agir ji ber naçin nexwşexaneyê agahiyên zelal kêm in û hejmara jinên agir berdidin bedena xwe li herêma Kurdistanê di 19991’ê de ji 11.00 hezarî zêdetir tê texmînkirin. Ev krîza ku heta îro didome, xetereya der barê civakê de nîşan dide. Li pişt her bûyerekê çîrokek veşarî heye. Ev çîrok şexsî ne; çîrokên dagirkirina li ser jinê tên meşandinê ne. Mexdûr kêliyên bûyerê venabêjin. Ji ber vê wek êşeke bê deng heta mirinê berdewam dikin. Ev çîrok çîroka jinên ku naxwazin zext û zordariyê bijî ne.
 
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, jin li Iraqê bi tundiya malbatê re tên rû hev. Bûyerên tundiya li ser bingeha zayendî di navbera 2020 û 2021'ê de ji sedî 125 zêde bûne û gihîştiye zêdetirî 22 hezarî. Li gorî  daneyan,  ji sedî 75 bûyerên şewatên nexweşxaneya Silêmanî jin in û piraniya wan agir berdane bedena xwe. Beşek biçûk ji van şewatên mêran in û ji ber teqîn, benzîn û elektrîkê çêdibin û hinek jî xwe şewitandin. Dîsa li gorî daneyên Nexweşxaneya Silêmanî, ji 4 hezar û 935 jinên ku ji sala 2007’an heta 2024’an bi şewatên nû li nexweşxaneyê hatine sewqkirin, yek ji sêyan ji ber birînên xwe yên giran mirine. Piraniya wan (80%) di navbera 15 û 45 salî de ne (Ewlehiya Tenduristiya Cîhanî, The Telegraph).
 
Wek doktor em bersiva vê her tim negirin jî piranî wek teqîna gazê, tupê dertên pêş me. Lê tespîtkirina sedema vê pir hêsan e. Em di axaftinên wan kesan de fêm dikin ku bi qesta kuştinê xwe naşewitînin. Ji pirsgirêkan xilasbûn, berê wan dide vê rê. 
 
Dema mafê jinan nayên parastin ew jî li şûna pargalê bişewitînin xwe dişewitînin. Evqas tengezar û sînorkirî dimînin serî li vê rê didin û ji bilî vê tiştekî erênî nabînin. Gelek jinên ku xwe dişewitînin haya wan ji enerjiya xwe tune. Ji ber ku berdana agir a laşê xwe, bi xwe nîşaneya vê hêzê ye, lê divê jin vê enerjiyê ne ji bo xwe hilweşîne, ji bo avakirin û afirandinê bi kar bîne. Ji ber vê yekê girîng e ku jin enerjiya xwe nas bikin. Enerjiya jinê ya di vê temenê de bi demokratîkkirina malbatê dikare di asta herî jor de veguhere civaka demokratîk, lê dema ku ev enerjî bê tepisandin nikare ji xwe re rêyekê bibîne û nikare xwe ava bike.
 
Di civakên wek ên me de sedema xweşewitandinê pirsgirêkên civakî ne. Jin bi nêzîkatiyên tundiyê yên bav, bira, cîran, xezûr re tên rû hev. Ligel vê bi êrîşên fîzîkî û gotinî re tên rû hev. Di dawiya vê jî agir berdidin bedena xwe û dawî li her tiştî tînin.
 
Ji ber ku jin di malbatê de ne xwedî statû û rol in, bi taybet keçên ciwan di temenê xwe de şahidiyê dikin ku dayik ji bilî xizmetkirina ji bo kesên din, di malbatê de tu rolek girîng nîne, di biryarên girîng de nêrîna dayikê nayê girtin, dengê jinê nagihê tu cihî, keçên ciwan dema ku mezin bibin û bizewicin, bêguman dê rola dayikên xwe dubare bikin. Dema ku ev jin nikaribin rêyekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe bibînin serî li xweşewitandinê didin û bi vî rengî xwe şewitandin di civakê de dibe diyardeyek û çandek. 
 
Weke hemû bûyerên jiyanê, di xweşewitandinê de jî teqlîd heye. Ji ber ku bûyer şaş di rojevê de cih digirin, nayên analîzkirin, wek teşeyê bertekên jinan belav dibin, wek çanda nîşandana bertekê xwe didin der. Ev yek tam berovajiyê çanda têkoşîn û avakirinê ye. Ji ber vê yekê, di rewşên xweşewitandinê de, awayê anîna bûyerê û danûstandina bi mexdûr re gelekî girîng e.
 
Nîşe. Beşa duyemîn a nivîsê hefteya pêş wê bê weşandin
 
Ev nivîs ji hejmara 31’emîn a mijara dosya ‘Başûr’ a Kovara Jîneolojiyê bi kurtasî hatiye girtin.