ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2024'AN

  • 09:00 7 Kanûn 2024
  • Rojev
 
*Endama lijneya rêveberiya şaxa ÎHD’a Amedê Esra Saçaklidir der barê tundiya li ser jinan ku her diçe zêde dibe axivî û got sedema qetilkirinên jinan polîtîkayên ku dewlet ji bo jinan pêk tîne ye. DÎMEN HEYE 
 
*Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencuzogullari da zanîn ku pirsa "HTŞ’ê çawa li dora Tirkiyeyê di bin çavdêriya TSK’ê de di emirtiya îslamî de nokteyên çavdêriyê ava kiriye û li vir çekên teknolojîk yên modern bidest dixistiye?" pirsek girîng e û got: “Ya dixwazin li Rojava bikin tasfiyekirina kurdan e.” BI DÎMEN 
 
*Malbata girtiya nexweş Pinar Tîkît, da zanîn ku ji ber dermankirinek baş nayê kirin rewşa keça wan her diçe giran dibe û banga tehliyeyê li rayedaran kirin.