ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2024'AN 2024-12-07 09:00:00     *Endama lijneya rêveberiya şaxa ÎHD’a Amedê Esra Saçaklidir der barê tundiya li ser jinan ku her diçe zêde dibe axivî û got sedema qetilkirinên jinan polîtîkayên ku dewlet ji bo jinan pêk tîne ye. DÎMEN HEYE    *Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Rencuzogullari da zanîn ku pirsa "HTŞ’ê çawa li dora Tirkiyeyê di bin çavdêriya TSK’ê de di emirtiya îslamî de nokteyên çavdêriyê ava kiriye û li vir çekên teknolojîk yên modern bidest dixistiye?" pirsek girîng e û got: “Ya dixwazin li Rojava bikin tasfiyekirina kurdan e.” BI DÎMEN    *Malbata girtiya nexweş Pinar Tîkît, da zanîn ku ji ber dermankirinek baş nayê kirin rewşa keça wan her diçe giran dibe û banga tehliyeyê li rayedaran kirin.