Meclîsa Jinan a HDK'ê dê sibehê konferansê li dar bixe
- 13:10 1 Mijdar 2024
- Rojane
STENBOL - Meclîsa Jinan a HDK'ê bi dirûşma "Em bi hêvî dimeşin, bi serhildanê mezin dibin, bi berxwedanê bi ser dikevin" dê konferansê li dar bixe.
Meclîsa Jinê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) beriya 13’emîn Lijneya Giştî ya ku wê di 3’ê Mijdarê de bi dirûşma “Bi hev re bi hêvî, bi berxwedan, ber bi azadiyê ve” bê lidarxistin, wê di 2’ê Mijdarê de konferansa jinan pêk bîne. Konferansa ku wê bi dirûşma "Em bi hêvî dimeşin, bi îsyanê mezin dibin, bi berxwedanê bi ser bikevin" dê li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê li Navenda Çand û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş bê lidarxistin.
Beriya konferansê, Meclîsa Jinan a HDK'ê sînevîzyona ku têde dîmenên çalakiyên salekê pêk anîn, amade kir.