ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2024'AN

  • 09:00 1 Mijdar 2024
  • Rojev
 
*Rewşa piştî cînayetê rewşeke girîng e. Piştî cînayeta namûsê, malbata jina hatiye qetilkirin nikare der barê kujer de gilî bikin û ceza bixwazin. Piştî sûc, dayika jina hatiye qetilkirin an jî zarok û xizmên wê nikarin li mafên xwe bigirin û pergaleke edaletê wisa tune ye.
Der barê cînayetên jinan de her nûçe û agahî, bi jinan re rê li ber fikar, bêewlebûn û nezaliliyê vedike. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*25’ê Mijdarê wek Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li Ser Jinan a  Navneteweyî bi têkoşîna ku xwişkên Mîrabel li dijî dîktatoriya Rafael Trujîllo daye vejiya, hat îlankirin. Ji her çar alî cîhanê jin vê rojê tenê wek îlhama berxwedanê nabînin; bi tevgerên wek #MeToo, Ni Una Menos û Jin, Jiyan, Azadî têkoşînê dimeşînin. 
 
* Gulsum Nazlioglu diyar kir ku rizandina civakî ya pêk tê encama polîtîkaya şer e û civakek ahlaqî bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan pêkan e. DÎMEN HEYE