ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 18 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
*Doza Z.Ç ku li gundekî girêdayê Dihê cerdevan Îzzettîn Yardim destdirêjiya sîstetmatîk lê kiribû li îstînafê tê payîn. Gumanbar ji aliyê Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê ve hat beratkirin û di biryara bi hincet a hat aşkerakirin de, dadgehê, tevî ku hat diyarkirin zaroka ku Z.Ç ji Îzzetîn Yardim e jî îdia kir ku ‘delîlên teqez û baweriyê didin tuneye’ der barê gumanbar de biryara beratê da.
 
*Ji roja ku dayika, Dîlek Dogan ya bi guleya polîsan hat qetilkirin, hewara ‘Em ji Mereşê ji mirinê reviyan, li vir em qetil kirin’ heta niha tu tiştek neguherî. Tevî 9 salan gumanbar nehatin darizandin.
 
 
*Di tevgera jiyanê de, ku ji Kurdistanê destpê kir û li her derê belav bû, têkoşînek cuda hat afirandin. Jin ji dilê kevneşopiyên dîrokî derketin û têkoşînek afirandin. Li gorî nêrîna Hobsbawm kevneşopiyên nûbûnê, kenveşopiyên afrîner in. Ev çalakî û faliyet nirxên xwe mayînde dike. Ev çalakî heman demê de nûbûn û  normên xurt bûne îfade dike. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
* Akademîsyen û sendîkavan Deepa Drîver yek ji hezar û 500 kesên ku ji bo Îmraliyê îmze avêtiye. Deepayê wiha got: “Tirkiye bi nêzîkatiya li hember Birêz Ocalan mafê hêviyê tune dike, parçe dike.” BI DÎMEN
 
*Rêvebera ÎHD’ê Bêrîvan Tîbelîk derbarê Rojîn Kabaîş a bi guman jiyana xwe ji dest da nirxandin kir û got, “Em bûn şahid ku mirina vê jinê jî bi guman bû. Di navbera perava ku bûyer lê qewimî û cihê ku cenazeyê Rojîn lê hatiye dîtin bi kîlometreyan ferqa wê heye. Ji ber ku gola Wanê ji ber xwezaya xwe bi derekê ve naherike, ji me re bi guman xuya dike ku cenazeyê Rojîn Kabaiş heta wê derê ber bi avê ve biçe." BI DÎMEN