Berxwedana Dayikên Aştiyê didome

  • 19:51 15 Cotmeh 2024
  • Rojane
ŞIRNEX- Dayikên Aştiyê yên bi dirûşmeya ‘li dijî şer  aştî hema niha’ hatin gel hev, tevî êrîşên cendermeyan berxwedana xwe didomînin.
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê li bajaroka Tilqebîn a Sîlopiya Şirnexê bi daxwaza ‘ji şer re  aştî hema niha’ hatin gel hev.  Cerndermeyan êrîşê Dayikên Aştiyê kirin.
 
17 kes hatin binçavkirin
 
Leşkeran encama meclîsa DBP’ê GogercÎn Aras, hevseroka DEM partî ya Mêrdînê Necla Acibudak, hevserokê DEM Partî ya Cizîrê Yilmaz Sanri, hevşaredarê Cizîrê Abdurahîm Durmuş, Perîhan Nayir, Nurten Sancar, Baran Bakîn, Davut Kalkan, Dahîla Admiş, Mehmet Akman, Lezgîn Osen û welatiya bi navê Meryem binçav kirin.
 
Nûçegihana  meDerya Ren, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Durgut û Mahmut Altintaş û gelek dayik jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
 
Berxwedan didome
 
Tevî hemû êrîşan dayikên li ber avahiya şaredariyê runiştin berxwedana xwe didomînin û diyar kirin ku wê sê rojan çalakiya xwe bidomînin.