‘Rojnamegerên girtî hêviyê didomînin’

  • 21:12 10 Çile 2023
  • Rojane
 
STENBOL - DÎSK Basin Îş ji bo Roja Rojnamegerên Dixebitin daxuyanî dan û diyar kirin ku rojnamegerên Kurd yên girtî li girtîgehan jî nûçeyan dinivîsin û hevpîşeyên wan hêviya rojnamegeriyê didomînin.
 
Sendîka Xebatkarên Çapemenî Weşan û Matbayê ya Tirkiyeyê (DÎSK-Basin-ÎŞ) ya girêdayê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger der barê ‘Roja Rojnamegerên Dixebitin’ li Qada Îskele ya Kadikoy a Stenbolê daxuyaniyek dan.
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Serokê Giştî yê Basin Îş Faruk Eren, û endamên Platforma Rojnamegerên Jin yên Mezopotamya (MKGP), Cemiyeta Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) û gelek rojnameger tevli bûn.
 
Di daxuyaniyê de wêneyên 26 rojnamegerên di meha cotmeh û hezîranê de hatibûn girtin hatin hildan û pankar hatin vekirin. Faruk Eren der barê girîngiya rojê de axivî û da zanîn ku ji bo astengkirina xebata rojnamegeran gelek qanûnên nû hatine derxistin û got: “10’ê Çile dibe wesîleya ku em derdên xwe yên der barê azadiya fikr û ramanê de vebêjin, piştevaniya xwe ya bi rojnamegeran re bînin ziman e.” 
 
‘Îdianame hîna nehatine amadekirin’
 
Faruk her wiha balkişand ser êrîşên deshtilatdariyê û darazê û wiha dirêjî dayê: “Hevalên me li qadanbin zextên mezin de ne. Hêzên ewlehiyê nahêlin karê xwe bikin, tundî rojnamegeran tê kirin. Tevî dizanin rojnamegerin jî binçav dikin. Qesr qerta çapemeniyê nade û bi hinceta qertên wan tunene êrîş dikin. Rojnamegerên hatine binçavkirin hîna îdianameyên wan nehatine amadekirin.Nizanin ku bi çi tên sûcdarkirin. Alavên rojnamegeran wek alavên sûc hatin serwîskirin.Li gorî sala borî li hember rojnamegeran êrîş, ceza û dozên hatine vekirin zêde bûne.”
 
‘Hêvî didome’
 
Faruk bertek nîşanê Qanûna Sansurê ya hatiye derxistin dan û wiha dawî lê anî: “Bi qanûna sansurê re wê hinek platformên çapemeniya civakî bi fîîlî bên girtin. Me mînaka ewil bi teqîna li Kolana Îstîklalê dît. Em ê atmosferek wisa pêvajoya hilbijartinê de jî bijîn.Lê hevpîşeyên me hêviya kuk rojnamgerî dikare pêk bê didomînin. Daxwaza me eve ku rojnameger bên berdan. Bila hukma destura bingehîn ya ku çapemenî nikare bê sansurkirin û çapemenî azade pêk bê.”
 
Li ser navê DFG’ê Huseyîn Kalkan jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku divê rojnameger demildest bên berdan.
 
Zuleyha Gulum a HDP’î jî mafê axaftinê girtin û destnîşan kir ku hewl tê dayîn heqîqet bê veşartin û wiha bi lêv kir: “Li vî welatî li ser gelan, bindest, zarok, jin û ciwanan polîtîka zextê pêk tê û dixwazin ev polîtîka bê veşartin. Ji ber vê jî dixwazin çapemeniya azad bêden bikin. Lê rastiyek wisa heye: Tevî hemû zextan çapemeniya azad berxwe dide û rastiyan digihîne gel. Bi saya wan em gelek tiştî fêr dibin. bi saya wan em ji bûyeên komkujiya xweza, îstîsmar, komkujiyên li hember Kurdan agahdar dibin.  Hun saxbin, hun her hebin. Başe ku hun hene. Em ê bihev re qezenc bikin.”