Li Efrînê 4 kes hatin revandin

  • 19:12 10 Çile 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat hînbûn ku yek jê jin 4 kes hatine revandin.
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê polîsên sivîl yên ji komên ku girêdayê MÎT a Tirkiyeyê ne ji gundê Kêla ya navçeya Bilbil a Efrînê 3 kes revandin. Navên kesên hatine revendin wiha ne: “Îbrahîm Menan Dawûd, Mihemed Esmet Şêxo û Mihemed Selah Hisên (30).”
 
Li aliyê din jî li gundê Şêxûtka yê navçeya Mabeta jina bi navê Ferîde Ebdo ji aliyê çeteyên Polîsên Sivîl ên MÎT′a Tirk ve hat revandin.Nayê zanîn ku jina hatiye revandin birine ku derê.