HDP çû serdana kedkarên çapemeniya azad
- 18:17 10 Çile 2023
- Rojane
ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, çû serdana kedkarên çapemeniy azad û peyama piştevaniyê da.
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û parlamenterê Êlihê Nejdet Îpekyuz bi wesîleya 10’ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin çû serdana Ajansa Mezopotamya (MA) û buroya me JINNEWS a Enqereyê.
Piştevanî wê bidome
Meralê di serdanê de axaftinek kir û Roja Rojnamegerên Dixebitin pîroz kir û da zanîn ku çapemeniya azad piştgiriyek taybet dide pîşeya rojnamegeriya Tirkiyeyê û ji ber vê jî bedelan dide lê tevî vê şûnde tavê gavêje. Meralê got wê piştevaniya bi rojnamegeran re bidome.
Hevserokên HDP’a Enqereyê, rêveber, nûnerên wê, nûnerên Partiya Rizgariya Jinûve Sosyalîst (SYKP), Nûnerên HDP’a Çankayayê çûn sedanê û peyama piştevaniyê dan.