Ji MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê plana xebata hevpar

  • 18:02 10 Çile 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Demokratîk ya Sûriyeyê (MSD) û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê ji bo çareseriya krîza li Sûriyeyê, li ser planeke hevpar a xebatê li hev kirin.
 
Meclisa Demokratîk ya Sûriyeyê (MSD) û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê de, hevseroka MSD′ê Emîne Omer û sekreterê giştî yê Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê Aram El Domanî axivîn. Civîn li Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk a Qamişloyê hate lidarxistin.
 
Mijdarên ku gel eleqeder dikir hatin nîqaşkirin
 
Emîne Omer di civînê de got: "Me gelek mijar û dozên girêdayî hemû gelên Sûriyeyê nîqaş kir. Me li ser gef, berjewendî û armancên dewleta Tirk ên bi hewla derbasbûna li Sûriyeyê, mijarên girêdayî sûc û guhartina demografîk li Sûriyeyê, mekanîzmaya vegera hemû koçberan li herêmên xwe, nîqaş kirin. Me nêzîkbûna Sûriye-Tirkiyeyê ya bi navbeynkariya Rûsyayê û encamên wê yên li ser xetereyên ewlehî, bêîstîqrariya li herêmê, astengiya çareserkirina krîza Sûriyê û gihandina ber bi çareyeke siyasî ji hemû aliyan re û êrişên terorê li herêmê, nîqaş kirin. Her wiha me kedên ji bo çareya siyasî li gorî biryarên navneteweyî, bi taybet biryara 2254′an jî nîqaş kirin.  Gelek xalên hevbeş di nava MSD′ê û Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyeyê de hene û wê ev xal di qonaxa bê de bi awayekî pratîk pêk bên."
 
‘Em dixwazin çareseriyên siyasî pêk bînin’
 
Li aliyekî din jî sekreterê giştî yê Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê Aram El Domanî tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha got: "Ev serdan, piştî gelek hevdîtinên di navbera MSD′ê û Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyeyê li Washingtonê û Ewropayê de pêk hatin. Di nava me de gelek armancên hevbeş hene. Ev serdan ji bo nasîna mekanîzmeya rêveçûna xebata rêveberiya sivîl de pêk hat. Me tecrubeya wê di van salan de li ser asta Sûriyeyê ji bo xizmetkirina şêniyan, belavkirina ewlehî û îstîqrarê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît."
 
El Domanî wiha pê de çû: "Armancên hevbeş ên me û MSD′ê ew in ku çareyên siyasî ji bo bidawîkirina êşên gelê Sûriyeyê pêk bên. Îro gelê Sûriyeyê li hember gelek astengiyan e. Ji wan jî dewlet hewl didin li dora wê bigerin, ew jî biryara 2254′an e û ji destpêka civînên Astanayê û êrişên herêmên bêçek de pêk tên. Di encamê de guhartina demografîk li Sûriyeyê çêbûn, herêmên başûr radestî rejîma Sûriyeyê bûn û gelê wê koçberî bakurê Sûriyeyê bûn. Her wiha dewleta Tirk a dagirker gelek êrişên leşkerî li Bakur û Rojhilat û Rojavayê Sûriyeyê pêk anîn û di encamê de bi hezaran welatî koçberên herêmên din bûn.”
 
Aram El Domanî di dawiyê de spasiya MSD′ê kir ku ji bo pêkanîna çareyeke siyasî û guhartina demokratîk a li Sûriyê de, formeke hevbeş di navbera hêzên neteweyî yên demokratîk peyda kiriye.