Li Şehbayê 1'emîn Konferansa Navenda Lêkolînên Jineolojiyê

  • 15:11 10 Çile 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 1'emîn Konferansa Zanistî ya Navenda Lêkolînên Jineojiyê ya Efrînê bi dirûşma "Ji têkoşîna Sakîne û Evînê heta Jîna, Zeyneb û Nagihanê Jin, jiyan, azadî" li Şehbayê tê lidarxistin.
 
Li Şehbayê bi dirûşma "Ji têkoşîna Sakîne û Evînê heta Jîna, Zeyneb û Nagihanê Jin, jiyan, azadî" 1'emîn Konferansa Zanistî ya Navenda Lêkolînên Jineolojiyê li Kampa Serdem a Şehbayê tê lidarxistin. 200 delege yên ku ji Kongra Star, Yekitiya Jinên Ciwan, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Tevgera Civaka Demokratîk a Rojava (TEV-DEM) û jinên ji saziyên din pêk tê beşdarî konferansê bûn.
 
Di destpêka konferansê de li axaftina endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, edîtora Kovara Jineolojiyê, nivîskar û rojnameger Nagîhan Akarsel hat guhdarîkirin. Her wiha perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji hêla endama Navenda Jineolojiyê Nûjiyan Hisên ve hatin xwendin.
 
Piştî sînevîzyona derbarê têkoşîna Sakîne, Fîdan û Leyla hate nîşandan, encamên lêkolînên Navenda Jineolojiyê ya Heleb, Efrîn û Şehbayê ji hêla endama rêveber a Navenda Jineolojiyê ya herêma Şehba-Efrînê Zahîde Mamo ve hatin xwendin.
 
Di konferansê de mijarên wekî tundiya li ser zarokan, perwerde, aborî û tenduristî bên nîqaşkirin.