Ji bo doza derbarê êrîşa li ser malbata şenyaşar bang

  • 14:56 10 Çile 2023
  • Rojane
 
RIHA - Parêzerên Malbata Şenyaşar ji bo danişîna doza êrişa li nexweşxaneyê ku dê di 17’ê çile de bê dîtin banga beşdariya dozê li aliyên hestiyar kirin û xwestin ku piştgiriyê bidin têkoşîna edaletê ya malbatê.
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî, xizm û parêzvanên parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana Malbata Şenyaşar kiribûn û êrişê ber nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dewam kiribû. Di êrişa li ber nexweşxaneyê de Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Fadil û Adil Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin ku di dozê de pêk were. 
 
Lêpirsîna bûyerê cihê wek “êrişa li kargehê” û “êrişa li nexweşxaneyê” hat birêvebirin. Piştî komkujiyê 4 sal û 4 meh şûn ve îdianame hat amadekirin. Danişîna ewil a doza li ber nexweşxaneyê dê di 17’ê çile de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê dîtin. 
 
Parêzerên doza Malbata Şenyaşar têkildarî danişîna dê kirin, li avahiya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê civîna çapemeniyê li dar xistin. Ferît Şenyaşar ku birîndarî ji êrişan rizgar bû tevli civînê bû. 
 
‘Lêpirsîn wekî dihat xwestin nehat kirin’
 
Ji parêzerên malbatê, Sevda Çelîk Ozbîngol daxuyanî da û behsa tiştên roja bûyerê qewimîne kir û bal kişand ser hûrguliyên bûyerê. Ozbîngol anî ziman ku têkildarî komkujiyê lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin û ji ber vê yekê jî bi cihêkirina dosyeyan re yekbûna dosyeyê xera bûye û yên ku fermana bûyerê dane daxilî dosyeyê nehatine kirin. Ozbîngol got ser delîlên wek beyanên şahidan, dîmenên mobeseyê, raporên tiba edlî, agahiyên ragihandinê û daneyên qeyda sînyalê hatine nixumandin û bi vî awayî lêpirsîne hatiye kirin. Ozbîngol got bi vî awayî wê biryarek heqaniyet jî dernekeve û kujer jî serbest diğerin û rojane jiyana xwe didomînin. 
 
Sevda nobeda edaletê ya Malbata Şenyaşar bi bîr xist û got ku ji ber nobedê gelek doz û lêpirsîn li Emîne Şenyaşar hatine vekirin û muameleya xerab li wê û lawê wê Ferît hatiye kirin. 
 
Banga tevlibûnê hat kirin 
 
Sevda têkildarî lêpirsîna “nexweşxaneyê” agahî dan û bang li her alî û kesên hestiyar kir ku roja 17’ê mehê tev li danişîna dozê bibin û dixwazin her kes piştgiriyê bide têkoşîna edaletê ya Malbata Şenyaşar.