Çalakiyên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomin

  • 11:03 10 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Raperîna, “Jin, Jiyan, Azadî” li gel birîna cezayên darvekirin û girtinan jî bê navber berdewam dike.
 
Duh welatî û çalakvanên Kerec piştî ku nûçeya dibe ku du çalakvan ji ber xwepêşandana hatîne girtin werin darvekirin, bihîstin li ber Girgîgeha Receyî Şehir a Kerecê kom bûn.
 
Li gorî parêzerên her du xwepêşanderan, îtîraz li Dadgeha Bilind a Dadê hatiye kirin û divê tavilê pêkanîna cezayên wan heta proseya pêdaçûnê bi dawî bibe were rawestandin. Herwiha duh cezayê darvekirinê li 3 xwepêşanderan hate birîn. Yek li Esfehanê û 2 xwepêşander jî li Belûçistanê ceza li wan hatiye birîn. Heta niha li Îranê cezayê darvekirinê yê 4 kesan hatiye pêkanîn. Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê heta niha herî kêm cezayê darvekirinê li 109 kesî hatiye birîn û metirsiya darvekirina wan heye.
 
Herwiha duh li Girtîgeha Keçûyî ya Kerecê 15 aktîvîstên jin ku li dijî şert û mercên girtinê dest bi girevê kirîbûn, ji ber xerabûna rewşa tenduristiya hinek ji wan û herwiha ji ber sedema destûr nehate dayin bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin, dawî li çalakiya xwe anîn.
 
Li Kerecê piştî ku hêzên dewletê rê nedan xelk tevlî merasîma sêyemîn roja Mihemed Mehdî Keremî û Mihemed Hisenî ya li Goristana Estihar a Kerecê bibin, welatiyan rê girtin û li dijî desthilatdariyê çalak pêk anîn.
 
Rojhilatê Kurdistanê jî li bajarê Bokanê merasîma çileya Awat Qadirpur li gundê Melaler pêk hat. Bi dehan kes tevlî merasîmê bûn û li dijî desthilatdariyê dirûşim berz kirin. Li bajarê Sine jî hejmarek jin li çiyayê Awyar li dijî desthilatdariya Îranê çalakî kirin. Li Girtîgeha Îlam jî 10 xwepêşanderên hatin girtîn, li dijî paşguhxistina dosya û nediyariya çarenivîsa wan dest bi grevê kirin.
 
Herwiha li gel berdewambûna çalakiyan, li bajaran rewşa tund a leşkerî li bajarê Çiwanro berdewam e û hêzên dewletê serdegirtina malan berdewam dikin. Duh jî hejmarek ciwanên bajêr hatin girtin.