Ji rojnamegerên girtî peyam: Xwedî li rojnamegeriyê derkevin

  • 10:10 10 Çile 2023
  • Rojane
 
ANKARA - Nûçegîhanên me Habîbe Eren û Oznûr Deger ji girtîgehê li ser navê rojnamegerên girtî peyam şandin û banga xwedîderketina li rojnamegertî û mafê ragihandinê kirin. 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê li gel ku 87 rojnameger 10’ê Çileyê  Roja Rojnamegerên dixebitin pêşwazî diki, bi sedan rojnameger jî li qadan di dema karê xwe dikin de tên astengkirin û zext li wan tên kirin. Nûçegihanên me Habîbe Eren û Oznûr Deger ên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê jî di nav de 9 rojnamegerên di 25'ê Cotmehê de hatin binçavkirin û di 29'ê Cotmehê de hatin girtin jî bi wesîleya 10'ê Çileyê li ser navê rojnamegerên jin ên girtî peyamek şandin.
 
'Em naxwazin bên xebitandin'
 
Oznur, anî ziman ku ew  10'ê Çileyê wekî rojnamegerên naxwazin bên xebitandin li girtîgehê pêşwazî dikin û ev tişt anî ziman: "Ji roja ku sansûr qanûnî bûye, zextên li ser çapemeniyê zêde bûne. Weke kedkarên çapemeniya azad ku ji bo gel bigihêje mafê ragihandina azad em jî têdikoşin, em hemû tîrên êrîşê yên li ser xwe, di hucreyan de ji holê radikin û kevneşopiya çapemeniya azad bi pênûsên azad berdewam dikin. Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê li her qada ku em lê ne bidomînin heta ku hemû fikir azad bên ziman û pênûs bêyî sansûrê bên xebitandin. Ji ber ku îro 87 rojnameger li girtîgehê vê rojê pêşwazî dikin, em banga hestiyariyê ji bo xwedîderketina li  rojnamegertiyê û mafê agahîgirtinê dikin."
 
Habîbe jî di peyama ku şand de ev tişt anî ziman: “10’ê Çileyê bi taybetî ji bo vê demê zêde watedar nîne. Ji ber ku rojnameger hem nikarin bixebitin û hem jî ji azadiya xwe bêpar in... Lê tevî van hemû astengî û polîtîkayên zextê jî yên ku ji bo raya giştî û ji bo eşkerekirina rastiyê rojnamegeriyê dikin hene. Ji ber vê jî divê herkes xwedî li rojnamegertî û mafê agahîgirtinê derkeve."