Komkujiya 9`ê Çile li Kobanê hat şermezarkirin

  • 14:22 9 Çile 2023
  • Rojane
KOBANÊ - Komkujiya Parîsê di salvegera xwe ya 10’emîn de li bajarê Kobanê bi dirûşma "Bi rihê Sakîne û Evînan em ê hesab ji kujeran bipirsin" bi meşeke girseyî hat şermezar kirin. 
 
Di 9'ê Çileya 2013’an bi destê dewleta tirk li buroya Enfermasyonê ya Kurdistanê ya li paytexta Firansa Parîsê, sê jinên tekoşer ên Kurd ku yek ji pêşengên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan, endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Bi vê wesîleyê, îro rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê meşeke girseyî pêk anî. Di meşê de bi sedan jin, şêniyên herêmê, Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, Partiyên siyasî, xwendekar û ciwan cih girtin.  Di meşê de weneyên hersê şehîdên komkujiya Parîsê, posterên rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan hatin hildan. Meşê ji qada jina azad bi dirûşma "jin,jiyan,azadî" û "şehîd namirin" dest pê kir û li qada Aşîtiyê rawestiya.
 
Di destpêkê de cangoriyên azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê hatin bibîranîn. Piştre endama kordînesyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zozan Bekir axivî û wiha got: "Sekin û tekoşîna gel û jinê di roja me ya îro de bersivê dide kujerên gel û jinan. Yên ku dixwazin bi komkujî, dagikerî û erîşan gelê Kurd tûnê bikin îro li seranserê Kurdistan û cîhanê bersiva xwe bi sekna gelê me digirin. Ev bersiva herî mezin e ji bo kujeran. Jinên Kurd li cîhanê tekoşîna heval Sakîne bi rihê berxwedaniya azadiyê bilind kirin.  Heval Sakînê yek ji jinên ku bi Rêber Apo re dest bi tekoşîna azadiya gelê Kurd û jinên Kurd kiriye. heval Sakînê ji destpêka tekoşîna azadiya Kurdistanê û heta dawiya jiyana xwe ji bo azadiya Gelê Kurd xizmet kir. Tekoşîna gelê Kurd û tekoşîna jinan bi dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" ji bo hemû dagirker û hişmendiya mer-dewletÊ bersiva herî mezin e. Îro tekoşîna bi milyonan gel û jinan bersiv û şopandina şehidên azadiyê ye. Em e di şexsê tekoşîna jina Kurd de bi fikir û felsefeya Rêber Apo şoreşa azadiya gelan pêk bînin. Îro mînaka wê ya herî mezin jî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn. Di pêşengtiya jinê de şoreşa azadiya gelan pêk tê."
 
Meş bi dirûşma "jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.