Jinên ku li Parîsê hatin qetilkirin hatin bîranîn

  • 14:43 9 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan di salvegera şehadeta xwe de li Qamişloyê hatin bibîranîn.
 
Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya salvegera 10’emîn a Komkujiya Parîsê li ber Navenda Çanda Mihemed Şêxo ya Qamişloyê daxuyaniyek da. Gelek nûnerên jin tevlî çalakiyê bûn. Daxuyaniya bi zimanê Kurdî ji aliyê Berdevka Yekîtîya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriye Rîm Dada û bi zimanê Erebî jî ji aliyê endama Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriye Jiyan Hiseyn ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
 
"Di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê di komkujiya MÎT’a Tirk de Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin. Sakîne Cansz ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinên cîhanê li ber xwe da. Li gel vê yekê dewlet û hikûmeta Fransayê ev 10 sal in vê komkujiyê ronî nekirin e û hesap ji berpirsiyaran nehat xwestin. Hedefgirtina jinên pêşeng bû armanca sereke ya sîstema mêr a faşîst û paşverû. Sîstema desthilatdar her jinên ku têkoşîna azadiyê dide, ji xwe re weke gefekê dibîne. Di dîrokê de ji Roza Luksemburgê bigire heta Clara Zetkîn, Gulnaz Ana û herî dawî Evîn Goyî, ev yek welê bû. 
 
Komkujiya duyemîn a Parîsê jî bi destê dewleta Tirk pêk hat. Divê em vê komkujiyê weke pêngava ji bo şikandina vîna jin û gelê Kurd binirxînin. Em Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilarê Sûriyê şehîdên Komkujiya yekemîn a Parîsê bi bîr tînin û faîlan şermezar dikin. Em bang li rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî û dewleta Fransayê dikin ku faîl bên eşkere kirin û li dadgehan bên darizandin. Her wiha em bang li hemû cîvakên azadîxwaz, rêxistinên jinan û rêxistinên mafên mirovan dikin ku xwedî li doza mafdar a gel û jinên Kurd derbikevin."