Malbata Şenyaşar: Herkes dizane ku em mafdar in

  • 13:19 9 Çile 2023
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar ku di roja 672’yan de nobeda xwe ya edaletê didomîne got: “Heta ku di civînên kabîneyê de bêedaletî neyê axaftin, wê mizgînî têra rizgariya îktidarê nekin.” 
 
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî, xizm û parêzvanên parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ferdên malbata Şenyaşar kiribûn û Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Fadil û Adil Şenyaşar di êrişê de hatibûn hatibûn qetilkirin. Emîne Şenyaşar û bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dikin ku di dozê de pêk were.  Emîne û Ferît Şenyaşar serê sibehê hatin ber edliyeyê û nobedê di roja 672’yemîn de berdewam kirin. 
 
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam belav kir: “Têkoşîna me ya ‘Maf û Edaletê’ li Rihayê di roja 672’an de ye. Her kes baş dizane ku em di doz û têkoşîna xwe de mafdar in. Heta ku di civînên kabîneyê de bêedaletî neyê axaftin, wê mizgînî têra rizgariya îktidarê nekin.”