Li Rojhilat û Îranê ciwan li kolanan bûn

  • 11:18 9 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Raperîna bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ya li rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike. Duh ciwan li kolanan li dijî desthilatdariyê bertekên xwe anîn ziman. 
 
Raperîna li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" hatî destpêkirin bê navber dewam dike. Ciwan carek din duh daketin kolanan û dijî desthilatê nerazîbûna xwe anîn ziman.
 
Di 8’ê bileya 2020’an de balafireke Ûkraynayê demeke kurt beriya ku ji balafirgeha navneteweyî ya Tehranê rabe ketibû xwarê. Di balafirê de 176 kes hebûn û hemûyan jî jiyana xwe ji dest dan. Kesên di balafirê de 82 jê Îranî, 63 jê Kanadayî, 11 jê Ûkraynayî û 10 jî Swêdî bûn. Di sêyem salvegera bûyerê de, kesên jiyana xwe ji dest dan li ser gorên xwe hatin bîranîn.
 
Li bajarê Seqiz û Mihabadê deste gul danîn ser kesên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dayîn. Li ser goran dijî desthilatê dirûşme hatin qêrîn.
 
Li bajarê Bokanê welatî tevî malbata Mihemed Hesen Zade ku di xwepêşandan de hatibû kuştin, çûn serdana gora wî. Duh bi şev li bajarên Mihabad, Sine, Ciwanro, Îlam ciwan daketin kolanan û agir pêxistin. Bê navber dijî desthilatê dirûşme qêriyan.
 
Li bajarên Tahran, Erak, Esfehan û gelek bajarên din yên Îranê meş û çalakî dewam kirin. Di wan çalakiyan de jî kesên di bûyera ketina balafirê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bîranîn. Welatiyan bi dirûşmeyan darvekirina xwepêşanderan şermezarkirin.
 
Li cihê balafira Ukraynî ketî xwarê jî bi sedan kes kombûn û bê navber dirûşmeya "Jin jiyan azadî" qêriyan.
 
Tevî darvekirin, kuştin û girtinan jî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana "Jin jiyan azadî" dewam dike.