Komkujiya Parîsê li Lefkoşeyê hat protestokirin

  • 19:51 8 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Lefkoşe ya Qibrisê, qetilkirina sê jinên Kurd a li  Parîs a Fransayê, li ber Balyozxaneya Fransayê hat protestokirin.
 
Bi wesîleya 10’emîn salvegera qetilkirina Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, Kurd û dostên Kurdan li ber Wezareta Karên Hundir a Qibrisê hatin gel hev û berbi Balyozxaneya Fransayê ve meşiyan.
 
Anarşîst, ANTÎFA ya Lefkoşayê, Ramon û IWW jî tevli çalakiyê bûn. Wêneyên sê jinên şoreşger ên hatin qetilkirin, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kızıl li ser, wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin hildan.
 
Meş, li ber Balyozxaneyê veguherî mîtîngê, çalakî bi rêzgirtina ji bo sê jinên Kurd dest pê kir. Danezana ku Meclisa Gelê Kurd a Qibrisê amade kiribû hat xwendin û siyasetmedar Lezgîn Serhat û Hevseroka Meclisa Gelê Kurd a Kibrisê Fatma Dogan axivîn û çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.