Şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bîranîn

  • 11:15 8 Çile 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -  Di salvegera 10'an a Komkujiya Parîsê de li Barcelonayê meşek hate lidarxistin û Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin bîranîn.
 
Li bajarê Barcelona yê herêma Xweser a Katalonyayê ya Spanyayê, ji ber salvegera 10'an a Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an meşeke girseyî hat lidarxistin. Meşa ku enternasyonalîstan pêşengî jê re kirin, nêzî 300 kes tevlî bûn.
 
Girseya gel ji kolana Passeig de Gracia derbas bû ku qada navendî ya bajêr e û heta ber Konsolosxaneya Tirkiyeyê meşiya. Çalakvanan li vê derê dirûşma "Erdogan kujer e" qîriyan.
 
Meşê heta qada navendî Placa Katalunya dewam kir û bi mîtîngekê komkujiyên Parîsê hatin şermezarkirin.
 
Meş bi soza xurtkirina şoreşa jinê bi dawî bû.