Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi naverokeke nû derket

  • 10:57 8 Çile 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz hejmara xwe ya nû bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo misogeriya azadiya jinê ye" weşand.
 
Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi naverokeke nû, bi logo û dîzayneke nû hejmara mehên Çile/Sibatê gihand ber destê xwendevanan.
 
Di beşa perspektîfê ya kovarê de nirxandina "Pirsgirêka jinê çandeke destavêtinê ya 5 hezar salî ye" ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hate kirin, hate weşandin.
 
Di beşa dosyayê de jî nivîsa "Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê" ya Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît hate weşandin.
 
Nivîsa bi sernavê "Em bi ruhê Sara, Rojbîn û Ronahî faşîzmê hilweşînin, jiyana azad ava bikin" ya Koordînasyona KJK'ê di hejmara nû ya kovarê de hate weşandin.
 
Di beşa portreyê de jî cih ji portreya Viyan Amed re hate dayin ku sala 2016'an di berxwedana Xwerêveberinê de li Geverê şehîd bû.
 
Herwiha kovarê di vê hejmarê de gelek nivîsên li ser bîranînên çalakiyan jî weşand.