Li Nisêbînê mirina biguman

  • 22:07 7 Çile 2023
  • Rojane
MÊRDÎN- Li Nisêbînê Nurşîn Turan ya ku biguman jiyana xwe ji dest dabû,  keça meta wê Nergîz Îlgun jî biguman jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê li taxa Zeynelabîdîn hat îdia kirin ku Nergîz Îlgun întîxat kiriye. Nergîz ku rakirin nexweşxana Dewletê ya Nisêbînê jiyana xwe ji det da. Cenaza Nergîzê ji bo otopsiyê rakirin morgê.
 
Hat hînbûn ku di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de telefona Nergîzê kirine bin lêkolînê.
 
Li Nisêbînê di 6’ê Kanûnê de Nurşîn Turan ku gule li serê wê ket û îda kirin ku întîxar kiriye, di 16’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dabû. Hat hînbûn ku Nergîz jî keça meta Nurşînê ye.